DAXUYANÎ
LI SER SOZA BI ŞEHÎDAN RE TEKOŞÎNA PARTIYA ŞEHÎDAN BERDEWAM DIKE
Tevgera civaka demoqratîk TEV-DEM bi kêfxweşî 22 salvegera damizirandina partiya yekîtîya demoqratîk PYD, hevbeş tekoşîn û xebata ji bo avakirina sûriyeke demoqratîk , avakirina civakeke demoqratîk û misogerkirina parastina deskeftiyên şehîdan , pêşwazî dike û li tevaya şehîd, endam û kadroyên Partiyê pîroz dike .
Partiya yekîtîya demoqratîk ku ji avabûnê de bûye partiya şehîdan û li ser mîrasê şehîdan xebata xwe ya dijwar daye meşandin , di nava civaka bakur û rojhilatê sûriyê de xwedî cihekî pir bilind û bi rûmete , û bi vê boneyê em şehîdên destpêkê şehîd şîlan û hevalên wê bi bîrtînin, ku ji nava xwîna wan şehîdan , soza berdewamkirina tekoşînê û pêkanîna armancên wan bûye bingeha fedekarî û qehremaniya pyd di rojavayê kurdistan û di nava şoreşa 19 têrmehê de.
pyd ji arkê xwe dîtibû ku di nava qeyrana sûriyê de gel biparêze , pêkhateyan li hev kom bike û pirojeya netewa demoqratîk ya rêber apo li hember sîstema diktetor û muxalefeta girêdayî berjewendiyên dewletên herêmî , bi de pêş , lewra pyd xwedî rpleke serekebû di pêşengtiya gelên di bakur û rojhilatî sûriyê de , her wiha pêşengbû di hilgirtina berpirsyariya di ber pêkanîna azadiya gelê kurd û gelên di bakur û rojhilatê sûriyê de.
Di 22 salvegera partiya şehîdan de, em di wê baweriyê de ne ku di nava van rewşên di rojhilata navîn û sûriyê de , wê pyd ji herdemê bêtir tekoşîna xwe mezin bike ku bibe partiyeke pêşeng di tevaya sûriyê de û bi hêzên demoqratîk re , avakirina sûriyeke demoqreatîk misoger bike.
Weke tevgera civaka demoqratîk TEV-DEM em piştgirî , hevbeşî û alîkariya xwe bi partiya şehîdan re dûbare dikin , û em di wê baweriyê de ne ku 22 salvegera PYD dê bibe salvegera serkeftin û pêkanîna armancên şehîdan , şehîdên pyd , yên li ser rê ya heqîqetê cane xwe dan û bûn agirê gurkirina tekoşîna di ber azadî û avakirina civaka demoqratîk de, her wiha bilindkirina tevger û çalakiyên ji bo azadiya fîzîkî ji rêberê netewa demoqratîk re , ji rêber APO RE,
dûbare em 22 salvegera damezirandina pyd li xwe, gelê xwe û şehîd û tekoşerên pyd pîroz dikin û serkeftinê ji xebata wan ya bi rûmet re dixwazin.
TEVGERA CIVAKA DEMOQRATÎK TEV-DEM