حركة المجتمع الديمقراطي

JI RAYA GIŞTÎ, MUSILMANÊN CÎHANÊ , KURDISTAN Û SÛRIYÊ RE

1,190

DAXUYANÎ

 

‎      “يَا أَيُّهَا النَّاسُ إِنَّا خَلَقْنَاكُمْ مِنْ ذَكَرٍ وَأُنْثَى وَجَعَلْنَاكُمْ شُعُوبًا وَقَبَائِلَ لِتتَعَارَفُوا إِنَّ أَكْرَمَكُمْ عِنْدَ اللَّهِ أَتْقَاكُمْ”

D inava her olekê de rojên pîroz hene  û di wan rojan de şahî û pîrozbahî  tên kirin , ji wan rojan jî  di ola Îslamê de , roja bûyîna pêxember ( Muhemed ) ku weke pêxemberê dawî  yên olên ezmanî  hatiye nasîn, muslimanên cîhanê  bi giştî vê rojê pîroz dikin û girêdana xwe bi baweriyên xwe destnîşan dikin , bêguman hemî Ol pîrozin  û cihê hurmetê ne bi armanca belavkirina Exlaq , nirx û pakiya giyanê mirovan hatine , lê belê nirxên pîroz yên Olan  û ji wan jî  ÎSLAM , li ser destê desthilatdar, xwînmij û dagirkeran hatine binpêkirin û ew ji rastiya wan dûr xistine, ku di dema Îro de jî, li gorî berjewendiyên xwe bikartînin û ol kirine şûreke li ser serê gelan û pê civakan ji hev dixin , pêkhate, ol, mezheb û baweriyan tînin li hember hev û qetilaman dikin , mînaka wê jî , komkujiyên li şingal 2014 , ku bi hezaran jinên kurd yên ola Îzîdî sebî kirin û li bazaran firotin, komkujiyên Efrîn 2018, komkujiyên li dijî  elewî û durziyan di 2025 de, ku tevde jî li ser navê bilindkirina dengê xwedan pêk anîne .

Lewra bi boneya roja jidayikbûna pêxemberê Îslamê hezretî ( muhemed ) û ji bo rêzgarkirina ola pîroz ji destê dagerker, xwînmij û desthilatdaran, pêwiste pênasekirina rastiya civakî û dîrokî ji îslamê re û pirensîpên azadî, demoqrasî û wekheviya civakî û şêwra ku têye wateya rexne û rexnedayînê were kirin, ango weke rêber Ocelan destnîşan kiriye ku pêwiste pênasekirina Îslama rast were kirin ku “ew tekoşîna rûhiye li himber hêzên şerxwaziyê“ lewra  pêwiste desthilatdariya li ser ol ku  dikeve  xizmeta berjewendiyên xwînmij û desthilatdaran de rabe û vegere  Îslameke  civakî, demoqrat û di xizmeta biratiya hemî  gelan de.

Weke tevgera civaka demoqratîk  TEV-DEM bi vê boneyê , em tevaya musilmanên bakur û rojhilatê sûriyê , Sûriyê , kurdistan  û cîhanê pîroz dikin û em bang dikin ku OL û bi taybet ola Îslamê bibe wesîleya   hevsengî , aramî û aştiyê di nava hemî pêkhate û gelan de û bi xwedîderketina li nirxên pêxember hezretî (muhemed) xwedî li destkeftiyên gelan di bakur û rojhilatê sûriyê de derkevin, bibin  şûrê rastiyê  di rûyê talankerên nirxên pîroz yên olan, ku li ser navê ola Îslamê komkujiyan dikin.

Dûbare roja ji dayîkbûna hezretî ( Muhemed) li tevaya musilmanan pîroz be

Bijî  biratî û hevjiyankirina baweriyan bi hev re

Bijî biratiya gelan

Tevgera civaka demoqratîk TEV-DEM