حركة المجتمع الديمقراطي

CEJINA ÎZÎ CEJINA AŞTÎ Û AVAKIRINA CIVAKA DEMOQRATÎKE

863

Kurdistan û mezopotamiya , bingehên şarestaniya mirovahiyê ne , li ser vê axa pîroz pir çand , gel û ol peyda bûne , ji wan jî gelê Kurd û ola Îzîdî ye, di nava dîrokê de gelê kurd û ola Îzîdî, pir rastî qirkirin, koçberkirin û bişaftinê hatine, Îzîdî tî weke olek resen ji olên mezobotamiya , ji aliyê dagerkerên kurdistanê ve herdem hatiye reşkirin û pir bêbextî lê hatiye kirin, bi armanca percekirina civaka Kurdistan û rewakirina tunekirin û qirkirinan di kesayetiya Îzîdiyan de li ser resenî û şarestaniya gelê kurd, lê tevî ku zêdeyî 74 fermanan bi ser Îzîdiyan ve hatine jî , lê herdem li ber xwe dane û reseniya ola xwe û pêrejî reseniya gelê kurd parastine, di fermana herî dawî de 2014 de , teroristên Dayîşê Bi sistematîk hewildana rakirina Îzîdîyan bi temamî ku ji hole rakin, kirine bi hezaran Şehîd û bi hezaran jinên Îzîdî sebî kirine, hingê jî berxwedana dîrokî yên hêzên YPG,YPJ HPG Plan vala derxistine û gelê kurd yên Îzîdî ji qirkirineke temamî parastine, û pêre jî hatine birêxistinkirin û parastina xwe kirine, di nava tekoŞîna azadiyê de pir Şehîd di ber azadiya gelê kurd û kurdistanê de pêşkêş kirine mîna ( Nûjiyan, Delîl,Şêrhat û zekî Şengalî ) HWD. Rêber Ocelan wiha diyar dike“ Îzîdatî Mîrateyeke kûr a çandî û dîrokî û cewhera jiyana azad û wekheviyê ye , ne tenê baweriyeke kevnar e, lê hêzeke ji bo têkoşîna azadî û jiyana hevbeş e, û divê wekî bingeh ji bo Kurdan were parastin, da ku berdewamiya nasnameyê misoger bike û civakeke demokratîk ava bike ku hebûna wan biparêze.

Weke tevgera civaka demoqratîk TEV-DEM , di dema ku bi rêzdarî û bi hurmet em dîrok û berxwedana kurdên Îzîdî tînin ziman , di eynî demê de em xwe beşeke ji tekoşîna wan ya di ber azadî û demoqrasiyê de dibînin û di van rojên pêroz de ku rojên cejin û şahiya ne , em cejna Îzî li tevaya gelê xwe , ola Îzîdî , Şehîdên parastina ola Îzîdî pîroz dikin û di kesayetiya wan de li tevya mirovahiyê pîroz dikin.

Îsrara Îzîdiyan li ser parastina çand , kultûr û ola xwe , Îsrara li ser pêkanîna aştî û avakirina civaka demoqratîke, û bi boneya vê cejna pîroiz ; cejina ÎzÎ em bang li tevaya gelê xwe dikin ku li resenî û dîroka xwe xwedî derkevin, li dora tevgera xwe ya azadiyê bibin yek û dawiyê li dîroka qirkirinê bînin, û ji bo aŞtî û civaka demoqratîk tekoşîna xwe bilind bikin.

Weke Tevgera civaka demoqratîk TEV-DEM , Em dûbare cejna Îzî li tevya gelê xwe pîroz dikin û bi ruhê biratî, wekhevî , yekîtî û Îsrara li ser jiyana aŞtî û civaka demoqratîk em we silav dikin.

Cejna Îzî pîroz be

TEVGERA CIVAKA DEMOQRATÎK TEV-DEM