حركة المجتمع الديمقراطي

‏bi berxwedan û tekoşîna fedekarên ji bo demoqrasiyê, kobanê bû sembola têkbirina terora cihanî û hêviya azadiyê.

846

 

Ji bo têkbirina şoreşa 19 têrmehê û dûbare kirina lozaneke din li ser gelê me , di serî de dewleta Tirkiyê , hêzên nijadperest û sembola terora Cîhanî Dayîş, bi hemi Îmkan û derfetên xwe, ketin tevgerê de, di 2014 de ku bajarê Kobanê xistine çemberê de , desdikir ku dewletan dagir bike, lê belê vîn û Îradeya şervanên azadiyê , YPJ,YPG, ku dizanîbûn KOBANÊ ne tenê bajareke , lê belê hebûn û nebûna gelê me û diyarkirina pêşeroja azadiyê ye, biriyara fedekarî û tekeoşîna heta dilopa dawî ji xwîna xwe dabûn ,li ser qehremantiya jinên azad, şervanên heqîqetê , cîhan tev de hate hejandin û kete wê ferqê de ku kobanê keleha pêşîn û ya dawî ne di Rûyê paşketin, hovîtî û terora cîhanî de ye, ya ku faşîzma Tirkiyê pir xwenên xwe li ser ava dikir, lewma li ser banga kesên xwedî xelata Aştiya Nobelê ku zêdeyî 10, feylesof û bi hezaran kesayetên navdar , daxwaza pîştgiriya Kobanê hate kirin, her wiha banga Rêber APO JI bo piştgiriya berxwedana kobanê, bibû seferberî û bi hezaran jin û ciwanên kurdistanê tev li berxwedana kobanê bûne û sînorên dagerkeran hatibûn rûxandin , di asta navdewletî de zêdeyî 40 dewlet û 90 bajarên di cîhanê de, bi çalakiyên girseyî piştgirîya kobanê kirine û di encamê de , 1 mijdarê weke roja kobanê ya cihanî hat îlankirin.

‏Weke Tevgera civaka demoqratîk TEV-DEM bi boneya 1 mijdarê, roja kobanê ya cîhanî , di serî de şehîdên berxwedana kobanê ji YPJ, YPG, enternesyonal,Û kurdistaniyan bi hurmet, em silav dikin û sipasiya her wijdanekî di cîhanê de ku piştgiriya Kobanê kirin dikin , her wiha di dema Îro de û piştî 11 salan ji berxwedana kobanê ku bala cîhanê kişand û 1 mijdarê weke roja kobanê ya cîhanî hate ragihandin, em dîsa di wê hêviyê de ne ku cîhana demoqratîk , enternesyonal û tevaya demoqratîxwazên cihanê, piştgiriya xwe bi şoreşa Rojava, rêveberiya xweser, hêzên sûriya demoqratîk re xortir bikin , ku Îro berxwedana li himber zuhniyeta Înkar, paşdemayî û hewildanên vejînkirina dayîşa têkçûyî, berdewam dike, planên têkbirina demoqrasî, wekhevî û beratiya gelan jî li ser destê dijminên azadiyê berdewame . lewma her roja pêwiste ku 1 mijdarê be û piştgiriya şoreşa me re, û piroseya aştî û civaka demoqratîk re berdewam be , ji bo avakirina rojhilateke navîn konfedral, sûriyeke demoqratîk û kurdistaneke azad.

‏Bijî 1 mijdarê

‏Bijî jinên azad

‏Bijî Rojava û her Bijî Serok Apo

‏Tevgera civaka demoqratîk TEV-DEM