حركة المجتمع الديمقراطي

Em Kî Ne

Tevgera Civaka Demokratîk, xwedî karaktereke konfederal û civakî ye. Ji bo bigihêje yekbûna civaka exlaqî, polîtîk, ekolojîk û azadiya jinê dixebite. Nirxên wekheviya civakê, jiyana hevbeş, cihêrengiya çandî û etnîkî û parastina mafên beşên civakê esas digre. Banga rêzgirtina azadiya bîr û baweriyê dike, ji feraseta dewletbûnê dûr e û xwe bi awayekî asûmanê bi rêxistin dike. Di nava xwe de rêxistin, sendîka, komele, meclîs û sendîkayên pîşeyî û waqif û navendên lêkolîn û perwerdehîyê dihewîne. Di çareserkirin û birêxistinkirina pirsgirêkên civakê de felsefeya neteweya demokratîk dipejirîne.

Armanc

Tevgera Civaka Demokratîk, ji bo hemû beşên civakê bi awayekî azad û bi rûmet bijîn, têkoşînê dike. Ji bo bi rêbazên demokratîk, exlaqî, ramyarî û bi parastina maf û azadîyan civak û aborîya civakê bê bilindkirin û berhemdarî bê pêş xistin, van xalên jêrîn esas digre;
1- Cudakariya li ser bingeha nijad, zayend û bawerî qebûl nake.
2- Dabînkirina maf û azadiya jin û ciwanan û piştgirîkirina pilan û projeyên wan.
3- Pêşxistin û parastina azadiyên giştî û mafên rêxistinên civaka sivîl û piştgiriya wan bi hemû navgînên rewa.
4- Hewldide bi rêya perwerdeyên pîşeyî mafê kar garantî bike, derfetên wekhev biafirîne, amûrên hilbêrîne baştir bike û pêş bixe.
5- Bi avakirina navendên perwerdehîyê ve pêşxistina çanda demokratîk.
6- Hişyarkirina komên civakê di çarçoveya civaka demokratîk de, ronîkirina rola wê di xizmeta berjewendiyên giştî de û pêwîstiya pêkanîna edaleta civakî di avakirina yekîtiya neteweyî de.
7- Ji bo guhartina şêwaza mezaxtinê (xerckirinê) ber bi berhemdarîyê ve piştgirîya guhartina demokratîk dike.
8- Ji bo pêşxistina qanûnên di xizmeta civakê de, hewldide di hemû pêvajoyên bîryaran de cih bigre.
9- Ji bo pêkanîna piştevaniyê di navbera rêxistinên civaka sivîl û endamên wan de xebat meşandin. Geşkirina giyana hevkariyê û çareserkirina nakokiyan bi awayêke lihevhatinê.
10- Aktîf kirina rêxistinên civaka sivîl di qada berhemdayîn û xizmetguzariyên civakî yên cur be cur de.
11- Xurtkirina girêdanên biratî, hevkarî û pêkvejiyanê di navbera rêxistinên civaka sivîl li ser asta Sûriyê.
12- Bi rêxistinên civaka sivîl û yekîtîyên herêmî û navneteweyî re li gorî armancên neteweyî hevkarî dike.
13- Piştgiriyê didê mafê çarenûsa gelan a derbarê xwe de.
14- Ji bo gelên me yên hatinê koçberkirin vegerin cih û warên xwe têdikoşe.

Hevserok

Xerîb Hisên Hiso ji xelkê herêma Efrînê ye, li gundê Qestal Cindo dest bi xwendinê kiriye, ji ola êzîdî ye, zewicî ye û çar zarokên wî hene, xwendina xwe li bajarê Helebê berdewam kiriye. Di sala 1984an de ruhê niştimanperweriyê nas kir û di sala 2003an de tevlî têkoşîna civakî û niştimanî bû.
Ji hela rêjîma sûriyê ve gelek caran hat girtin gelek tacîzên ewlehiyê li ser pêk anîn û caran jê pirsîn.
Yek ji damezrînerên Partiya Yekîtiya Demokratîk di nava civakê de xwedî roleke girîng bû, nêzî 5 salan weke nûner li Başûrê Kurdistanê û Bexdayê xebitî û piştî bidawîkirina erka xwe li Başûrê Kurdistanê, di sala 2018’an de weke hevserokê Tevgera Civaka Demokratîk hate hilbijartin û di kongreya duyemîn a Tevgera 2’an a çaremîn de careke din hate hilbijartin.
Ji bo avakirina civakeke demokratîk a exlaqî ya azad ku li ser bingeh û rêgezên azadiya exlaqî, biratiya zayendî ya gelan û jiyana hevpar ava bibe, ji bo ku bigihêjin pergaleke demokratîk a ekolojîk, em dixebitin ku pergala tevgera xwe di nava civaka demokratîk de xurt bikin.

Hevseroka Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM’ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Rûken Ehmed, di sala 1972’an de li Kobanê ji dayik bû û piştî sala 1992/1993’an li bajarê Minbicê mezin bû, di qada siyasî û civakî û jinan de kar kir, 6 mehan ji aliyê rejîma Sûriyeyê ve hat girtin Sedema girtina we karê wê yê siyasî û civakî û xebatê jinê bû .
Piştî şoreşa bakur û rojhilatê sûriye li karê siyasî û civakî vegeriya û anha jî hevseroka tevgera civaka demokratîk TEV_DEM e li ser asta bakur û rojhilatê sûriye TEV_DEM karê xwe civakî ye Li ser rêxistin kirina ode û yekîtiyan kar û xebat dikin
Ji ber ku li gor ode û yekîtiyan civak birêxistinkirî dibe û armanca me ya sereke ew e ku hemû civakê ji hemû pêkhate û çînên perwerdeyê, jin û ciwanan birêxistin bikin da ku xwe bi xwe bi rêve bibin û em ji li ser birêxistinkirina hemû sazî û dezgehên civakê dixebitin.