BELA DUNIYA ŞAHIDÊ ME BE, GAVÊN ME WÊ DURISTBIN Û RÊVEÇÛNA ME BI MÊRXASÎ BE
DAXUYANÎ
Bi boneya Çil û heftemîn salvegera damezirandina Partiya Karkerên Kurdistan PKK, di serî de tevaya tekoşerên gava yekemîn avêtin di damezirandina tevgerê de, yên di zindanên faşizma Tirkiyê de şehîd ketin û serî neçimandin, berxwedêrê di bejna çiyan de ala berxwedanê bê tirs hildan, yên zindî û yên şehîd bûne, , her wiha tevaya tekoşer û berxwedêrên ku hîna jî li ser rêya heqîqetê tekoşîna xwe berdewam dikin û ji doza azadiyê gav paş de neavêtine, malbatên şehîdan û serok Apo, em bi hurmet wan dibîra xwe de tînin û wan silav dikin.
Avabûna PKK ne tenê avabûna partiyeke siyasî nû bû di kurdistanê de, avabûna PKK vejînbû ji jiyaneke qediyayî, dozeke mirî û gelekî ku ber bi qirkirineke çandî û fîzîkî ve diçû di kurdistanê de bû, lewma ne ji ber xwe ve tekoşîna PKK bi destana vejînê, hatibû bi navkirin, di nava 47 salan de bê navber di hemî milî de ( siyasî, civakî, leşgerî û çandî de) li seraserî kurdistan û cîhanê de, PKK tekoşîneke navemire di ber gelê me, azadî û doza demoqrasiyê de dabû meşandin, ku di roja Îro de bûye faktorê sereke di guhertin û veguhertina rojhilata navîn û pêşengtiya tevgerên demoqratîxwaz û azadîxwazan, di cîhanê de dike, û li ser maseya navnetewî bûye faktorê sereke di dozayînkirina rojhilata navîn de ku bêyî wî ne mumkune aramî û aştî û çareserî ya kirîzan di cîhan û rojhilata navîn de hebe.
Komployên herêmî û navdewletî ku di serî de li himber serok apo hatin meşandin, û ya herî dijwar , komploya 15 sibata 1999 bû ku serok Apo radestî faşizma Tirkiyê hatibû kirin, her wiha hemleyên leşgerî yên bê jimar û bi hemî çekên giran û qedexe li himber PKK, nikarîbûn agirê azadiyê û vîna tevgerê bişkînin, an jî jinav bibin, her PKK mîna çiyayên herkol, sîpan, qendîl û metînan serbilind maye û mîna xumxuma dicle û feratan xwe berdayê dilê gelê me û tevaya gelan de, PKK bûye giyanê serdemê û bi vîneke azad, gelên rojhilata navîn û kurdistanê ber bi demoqrasî, wekhevî û konfedralîzma demoqratîk ve dibe.
Di dema Îro de û li ser banga serok Ocelan, PKK tekoşîna aştî û civaka demoqratîk daye pêş, heger xwe fesix kiriye jî lê belê di dilê gel û azadîxwazan de tucarî fesix nabe, PKK bi çi navî dibe bela bibe, lê belê her bingeh û çavkaniya ji bo jiyaneke azad , civakeke demoqratîk û birtiya gelan dimîne,
Em weke tevgera civaka demoqratîk TEV-DEM 47 mîn salvegera damezirandina PKK dûbare li SEROK APO, gelê me, gelên rojhilata navîn, malbatên şehîdan, tekoşer û şehîdan pîroz dikin, di tekoşîn û xebata wan ya nû de serkeftinê dixwazin û em di wê baweriyê de ne ku partiya Şehîdan, partiya serok APO, partiya gel dê misoger serkeftinê himbêz bike.
BIJÎ PARTIYA KARKERÊN KURDISTAN
BIJÎ PARTIYA AZADÎ, DEMOQRASÎ Û ŞEHÎDAN
BIJÎ SEROK APO.
47MÎN SALVEGERA PARTIYA VEJÎNÊ PÎROZ BE
TEVGERA CIVAKA DEMOQRATÎK TEV-DEM
