Meclisa Giştî ya Ragihandin û Erşîfê a Tevgera civaka Demoqratîk TEV-DEM
Pîrozbahî
Bi boneya 14 mîn salvegera damezirandina Ronahî Tv, di serî de tevaya şehîd, xebatkar û damezrînerên gava yekemîn bi hurmet em wan silav dikin, li wan û tevaya gelê me, berxwedêr û şoreşa 19 têrmehê pîroz dikin .
Di nava germahiya şoreşê de, ku di çeper û eniyên şer de, qehremanên YPJ,YPG Destanên azadiyê bi xwîn û xweydanê dinivîsandin, Ronahî Tv di çeper û şerekî cudade, şerê ragihandin û veguhestina rastiya şoreşa 19 têrmehê û lehengên parastina gel û heqîqetê ji raya giştî re daye meşandin, ku bûye ronahiya şoreşê, lewra binavkirina Ronahî Tv bi ragihandina şoreşê, pir li bejna wê tê.
weke meclisa Giştî ya ragihandin û erşîfê a TEV- DEM, Em 14 mîn salvegera Ronahî Tv dûbare silav û pîroz dikin, Ta serkeftin û azadiyê her bimîne dengê şoreşê û xebata xwe berfireh û geştir bike .
