roja Zimanê Dayîk A Cîhanî li hemû gelan pîroz be û Hêviya me ye ku bibe roja vekirina dergihê azadiya gelên Sûriyayê û aramiya wan.

Danezan
Îro 21 Sibatê Roja Cîhanî ya Zimanê Dayîk e, lewra tevahiya miletên cîhanê bi vê roja pîroz ahing û şahiyan lidar dixin.
Ev roja giranbeha û pîroz piştî berxwedaneke birûmet ji aliyên gelên bindest ve hat bicihanî û ku bibe mafekî cîhanî j hemû miletan re ku xwe bi zimanê xwe yê dayîk perwerde û fêr bike ji ber ku UNESCO di sala 1999 de, di Konferansa Giştî ya xwe de, girîngiya perwerdehiya bi zimanê dayîk erê kir û heman salê 21 Sibat wek Roja Cîhanî ya Zimanê Dayîkê destnîşan kir û Neteweyên Yekbûyî jî di sala 1999 de biryar da ku 21 Sibat bibe Roja Cîhanî ya Zimanê Dayîk û wilo rêxistina Yûnîsefê jî ji boy parastina mafê Zimanê Dayîk û perwerdeya bi wî zimanî ,bi endamên xwe re peymana Mafên Zarokan girêda ye. Li ser peymanê 1989z lihevhatin çêbû.
Li gor wî mafê zimanê Dayîk ê ku ji aliyê wan saziyên navnetewî ve ta îro jî zimanin ji aliyê rêjîmine desthilatdar ên stemkar ve dibin gefên qirkirinê de ne ji ber ku ew wan biryanên mirovahî navnetewî û zagonî binpê dikin û venasîna fêrkirin û perwedekirina bi wan nadin ,ji wan zimanê gelê Kurd.
Weke îro ev ziman ê ku bi milyonan ji yê pêkhateyê gelê Kurd e li sûriyê ,bi dehên salan êrîşên dijwar bi ser de pêk dihatin û di tunekirina wî de biser nediketin. Di serkeftinên şoreşa Rojavayê Kurdistanê de perwedeya bi zimanên dayîk , mîna zimanên hemû pêkhatan çi Erebî û Siryanî ev zimanê Kurdî jî ji R1 sertayî ta zanîngihan bi hemû rêbazên wî , bi şêweyek azad tê perwerdekirin.
Piştî ku ev (14) sal in ji tekoşînê û hezarên pakrewanan û naskirina gelê Kurd ji xweşiya aziya xwe re bi giştî û azadiya zimanê xwe re bi taybet li sûriyayê û piştî çûna rêjîma Be’es a stemkar û hatina hikûmeta demkî û li gor biryarnameya komarî ya (13) hişmendiya wê stemkariyê berdewam dike ,ji ber ku tenê di heftiyê de mafê perwerdeya zimanê kurdî bi du waneyan û bi şêweyê bijartinê ji aliyê xwendekaran ve erê dide û ya xirabtir zimanê kurdî nabe ji egerên binktin û serkeftina wan xwendekaran.
Em Yekîtiya Rewşenbîrên Herêma Cizîrê çi qas ku em kêfxweş in ji vê roja cîhanî ya pîroz re û beşdar in di ahing û şahiyên wê de ,wilo jî em vê hişmendeya desthilatdarî ya hikûmeta demkî di bara çand û zimanên pêkhateyên gelên sûriyayê de bi giştî û yê Kurdî bi taybet red dikin û banga me ji rayedarên wê yên berpisriyar re ku li gor pîvanên mafên mirovan û li gor ên wan rêxistinên Netewên Yekbiwî û Yonisko û Yonsêv bixebtin û bi cih bînin û banga me ji wan saziyan û mafnas û kesên berpirsyar ên navdewletî re ku bibin xwedî helwesta mirovahî û fişarê li vê hikûmeta demkî bikin ji bo mafên pêkhatên sûrî û pewerdeta wan bi zimanê wan ên dayîk û di Destûrê niştimanî de.
Ev roja Zimanê Dayîk A Cîhanî li hemû gelan pîroz be û Hêviya me ye ku bibe roja vekirina dergihê azadiya gelên Sûriyayê û aramiya wan.
Yekîtiya Rewşenbîrên Cizîrê.
21-2-2026z. 1-12-2637Kurdî