حركة المجتمع الديمقراطي

TEV-DEM: Em hilbijartinên Hikumeta Şamê red dikin

894

 

Hevseroka TEV-DEM’ê Remziye Mihemed diyar kir ku hilbijartina Hikumeta Şamê nûnertiya vîna gel, jin, pêkhate û baweriyan nake û got: “Em vê hilbijartinê napejirînin û red dikin”.

Hikumeta Şamê diyar kir ku dê di navbera 15-20’ê Îlona 2025’an de hilbijartinên parlamentoyê li dar bixe û ragihand ku hilbijartin li Siwêda û herêmên Rêveberiya Xweser bi sedema “pirsgirêkên ewlehiyê”, nayên lidarxistin. Pêkhate, saziyên jinan, baweriyên herêmê bertek nîşanî biryara hilbijartinan dan û ew biryar red kirin.

 

Hevseroka Tevgera Civaka Demokratîk(TEV-DEM) Remziye Mihemed der barê hilbijartinên Hikumeta Şamê de ji ajansa me re axivî û got: “Em hilbijartinan red dikin”.

 

Remziye diyar kir ku gelê Rojhilata Navîn û gelê Sûriyê beriya 14 salan li hemberî pergalên desthilatdar û netewdewlet serî hildan û wiha got: “Gel guhertineke demokratîk xwest. Ji ber ku pergala heyî nema nûnertiya vîna gel û pêkhateyan dikir.”

 

Remziye destnîşan kir ku gelê Sûriyeyê gelek caran bang li rejîma Esed kiriye ku guhertinê ji bo wekhevî, edalet, demokrasiyê çê bike, lê rejîma Esed guh neda daxwazên gel.

 

Remziye bal kişand ser koçberî, komkujî, dagirkirina dewletên cîran li ser axa Sûriyeyê û got: “Ev tevayî ji ber ku rejîma Esed guh neda daxwazên gel, pêk hatin.”

 

Remziye diyar kir ku niha jî Hikumeta Şamê bi heman şêweyî û heman pergalê dide meşandin û wiha axivî: “HTŞ’ê heman kirasê rejîma Baasê li xwe kiriye. Qirkirinê pêk tîne, weke li dijî elewî û durziye kiriye. Vîna gel binpê dike. Biryara hilbijartinê girtiye. Ev hilbijartin tenê hinek herêman digire nava xwe, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û gelê Siwêdayê jê dûr xistiye. Bi vî rengî dê çawa palamentoyek ava bibe ku nûnertiya gelê Sûriyeyê bike!”

 

Remziye destnîşan kir ku ew weke TEV-DEM’ê vê hilbijartinê napejirîne û red dikin û gotinên xwe wiha bi dawî kir: “Ji ber ku vîna gelê herêmê tê de tune ye. Vîna jin tê de tune ye. Vîna civaka sivîl tê de tune ye. Dema ku bêmafî di hilbijartinekê de hebe, vîna gelê herêmê hemû negire nava xwe, wê demê nûnertiya herêmê nake. Dema li herêmê dagirkirî, talankirin, koçberî û binpêkirin bi dawî bibin, gel bi vîna xwe ya azad biçe ser sindoqan, wê demê de herkes beşdarî hilbijartineke demokratîk dibe”

 

(bî/şx)

 

ANHA