حركة المجتمع الديمقراطي

15 tebaxê guleya yekemîn di dil û mejiyê faşizmê

696

DAXUYANÎ

‏41 SAL JI HÊSIR, XWÎN, DESTKEFTÎ Û DESTANA VEJÎNê

‏JI BO GELÊ ME, GELÊN ROJHILATA NAVÎN Û RAYA GIŞTÎ

‏DI demekê de ku ewrên tarî li seraserî kurdistan xwe dorpêç kiribû , siyasetên qirkirin, bişaftin û Înkara gelê kurd gihiştibû asta herî bilind û Tirkiyê gihiştibû wê baweriyê ku Kurd nemane, kurdistan û doza kurdî binax bûye, PKK ji nava xweliya dîrokê mîna balindeyê sîmirxê 1978 de derket û bû erdhejeke di dil û mejiyê faşizma Tirkiyê de, PKK li hember siyaseta xwe radestkirinê, bi qêrîna Şehîd mezlûm doxan ( berxwedan jiyane ) berxwedaneke dîrokî di zindanan de daye meşandin û li hember siyaset qirkirinê di sala 1984 de di bin fermandariya fermandarê dîrokî mehsûm Korkmaz de ( EGÎD) pingava 15 tebaxê daye meşandin.

‏Pingava 15 tebaxa 1984, ne bi tenê pingaveke leşgerî bû, di heman demê de veçirandina rûpelên dîrokeke dirêj ji paşguhkirin, înkar, bişaftin û qirkirinê bû, vejîna giyanê şêx seîd, seyid riza, îhsan nûrî paşa, feqeyê teyran, melayê cizîrî , ehmedê xanî û pingava hebûn û nebûna gelê me bû. 15 tebaxê guleya yekemîn di dil û mejiyê faşizmê , peymana saykis-pîko û lozanê de bû, Îsrara li ser jiyaneke bi rûmet, azadî û avakirina civaka demoqratîk bû.

‏Di dema îro de em mîrasa ked, fedekarî û tekoşîna 41 salan ji pingava 15 tebaxê jiyan dikin, çawa ku şehîd Mezlûm dogan di rûyê dadgeha faşizim de qêriya bû ( her gundek ji gundên kurdistan , wê bibe keleheke di rûyê faşizmê de) , di dema Îro de şagirtên rêber Apo , bira, nevî û rêhevalên fermandar mehsûm Korkmaz( Egîd) di kesayeta YJE star , HPG, YPG, YPJ, HSD de seraserî kurdistan, rojhilata navîn çi leşgerî be, civakî be an siyasî û aşitiyan be, kirine qada têkbirina zuhniyeta zikûrî, faşizim û terorê û ber bi avakirina civakeke demoqratîk , azad û komînal de bê terdud gavên serkeftinê avêtine û davêjin. Jin jiyan azadî bûye durişma tevahiya gelan û jinên azad, û fikir û felsefeya 15 tebaxê, Rêber apo û netewa demoqratîk bûye hêviya çareserkirina kirîzên rojhilata navîn û derbaskirina peymanên qirkirinê li ser gelan .

‏Tevgera civaka demoqratîk TEV-DEM di salvegera 41 mîn ya pingava 15 tebaxê, bi rêz û hurmet, bi serbilindî û minetdarî , şehîdên despêkê yên ku ev saneya vejînê ji gelê me û ji tevahiya gelên rojhilata navîn re pêk anîne, bi bîr tîne û sersaxiyê ji xwe , rêheval, malbatên şehîdan û şehîdên zindî re dixwaze, ew pêşengên ku ji nebûnê vîna berxwedanê, di dil û mejiyê gelê me de çandin , ku bi vîn û berxwedana xwe bûn bingehê avakirina gerîlayên hemdem , hêza sûriya demoqratîk ,yekîneyên parastina jin, ku faşizma hemdem di kesayetiya Dayîş, hikûmeta AKP-MHP û çeteyên bê rûmet de, tevî piştgiriya hêzên hegemon ji wan re, şikandin û hêviya jiyana bi rûmet, azad û demoqratîk li ba gelê me û gelên rojhilata navîn mezin kirin.

‏Em weke tevgera civaka demoqratîk TEV-DEM bi rihê 15 tebaxê, em soza berdewamiya tekoşîna xwe li ser xeta şehîdên azadiyê, ji mezlûman , Egîdan, Zîlanan, bêrîtanan û ta Egîdê hemdem Ş. Nûrieldîn Sofî û hevalên wî dûbare dikin û bi rêzdarî em fermandarê pingava 15 tebaxê Ş. Mehsûm korkmaz( Egîd ) bi bîr tînin û di kesayeta wî de , em soza serkeftinê didin.

‏Tevgera civaka demoqratîk TEV-DEM .