Ş.nûrildîn sofî rêheval bû ji azadiyê û tekoşînê re.
JI BO AZADÎ Û DEMOQRASIYÊ TEKOŞÎN Û DI HER QADÊ DE BERXWEDAN
DAXUYANÎ
Ji bo gelê me, malbatên şehîdan û tekoşerên di ber heqîqetê de
Çemên mezin her diherikin û jînê li cîhanê belav dikin , li ber astengî û zehmetiyan qet ranewestiyan û ranawestin, tekoşîneke berdewam ji bo berdewamiya jiyanê her didin meşandin. Her wiha di tekoşîna tevgera azadiyê de kesayet û tekoşerin hatine afirandin ku Îmze û mora xwe li dîrokê dane, ji bo gelê xwe , mirovahiyê û avakirina civakên demoqratîk, li kuderê dibe bila bibe, bê du dilî fedekarî kirine û gihêştine asta şehadeta bi rûmet , ku di dil û mejiyê gel , azadî xwaz û demoqrasîxwazan de bûne ronahiya azadiyê û wê tu carî tarî nebin .
Ji wan tekoşeran: berxwedêr , rewşenbîr û fermandarê di her qadên xebatê de Şehîd nurildîn sofî, ew pêşengê şoreşa rojava, yek ji amadekarên bingeha avakirina tevgera me , Tevgera civaka demoqratîk TEV-DEM, beşdarî di şerên li himber terora Dayîş, Nûsra û çeteyan li seraserî rojavayê kurdistan û bakur û rojhilatê Sûriyê, her wiha beşdarî di avakirina hêzên sûriya demoqratîk û pêşxistina civaka demoqratîk û biratiya gelan di nava tevaya pêkhateyan de.
TEV-DEM bi minetdarî, bi rêz û hirmet sersaxiyê ji tevahiya heval, malbat, tevgera azadiyê û gelê bakur û rojhilatê sûriyê re, di şihadeta fermndar nûrildîn Sofî de dixwaze û di wê baweriyê de ye ku , bi şehadeta fermandar nûrildîn Sofî re, yê ku di êrîşeke hovan de di 6 Nîsana 2021 de li ser herêma Garê de şehîd bibû, asta tekoşîn, berxwedan û rijdebûna li ser avakirina jiyaneke bi rûmet, azad, wekhev û civaka demoqratîk , her wiha tekoşîna ji bo aşitiyê, çareserkirina siyasî ji doza kurdî re û azadiya fîzîkî ji rêber apo re her wê mezintir û bilindtir bibe.
Çiyayên kurdistanê ( bakur, başûr , rojhilat ) û her bûstek ji axa rojavayê kurdistan û bakur û rojhilatê sûriyê , ((dê pêjna ked)), gav û tevgera Şehîd ji bîr nakin , her wiha her di dil û wijdanê gel , çand, pêkhate, û demoqratîxwazan de hêvî û hêza pêkanîna azadiyê bimîne.
Em di tevgera civaka demoqratîk TEV-DEM DE , bi baweriya ku her şehadet ji bo me hêzdariyê, em sersaxiyê dûbare ji tevgera azadiyê , malbata şehîd , malbatên şehîdan, tevahiya gelê me û pêkhateyên bakur û rojhilatê sûriyê re dixwazin û banga ku xwedî li armanc, ked û xwîna şehîd derkevin , her wiha bi yekbûn û hevgirtina li dora tevgera azadiyê , hêzên sûriya demoqratîk û deskeftiyên şehîdan, dikin .
Şehîd namirin
Rêberên tekoşîna me ne
Tevgera civaka demoqratîk TEV-DEM
