Tevgera civaka demokratîk TEV-DEM di derbarî hedefgirtina taxên kurdan bi hemleyên emnî di şamê de û binçavkirina endam û berpirsyarên siyasî , civakî,çalakvan, sivîl û rojnemevanên kurd , bê sedemên rewa daxuyaniyek lidarxist.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:
DAXUYANÎ
BÊYÎ ZUHNIYETEKE DEMOQRATÎK WELATEKE DEMOQRATÎK AVA NABE
Ji bo derbaskirina serdema tarî ya ku rêjîma bas li ser tevaya gelê sûriyê bi dirêjahiya 60 salî ferz kiribû , û avakirina welatekî hevbeş, li ser bingehê demoqrasiyê , wekheviyê û jiyaneke hevbeş di nava hemi pêkhateyan de , gelê Sûriyê bi Ereb , kurd , suriyan û tevaya pêkhateyên xwe berdêlên herî giranbuha dan, lê bi hilweşîna rêjîma dictator di şamê de, û hatina HTŞ li ser desthilatdariyê , hemi gavên ku têne avêtin , hêviya azadiyê û avakirina welatekî demoqrat û pir reng lawaz dike, ji komjiya Elewiyan , tengavkirin û koçberkirina durziyan , berdewamiya binpêkirin û siyasetên nijadperest li ser gelê me li efrîn ,sere kaniyê û girê sipî, tevî îmzekirina peymana 10 adara 2025 di navbera fermandarê giştî yê HSD rêzdar M. Ebdî û serokê demekî yê sûriyê Ehmed elşeri de, ev kiryarên ku bûne û dibin , rê li ber metirsiya vegerandina Sûriyê dinava şerekî navxweyî û dûbarekirina serdema bass bi şêweyekî nû vedike.
Di dema dwîde hedefgirtina taxên kurdan bi hemleyên emnî di şamê de û binçavkirina endam û berpirsên siyasî , civakî,çalakvan, sifîl û rojnemevanên kurd , bê sedemên rewa , her wiha êrîşên li ser xweseriya dmoqratîk , gurkirina çanda kînê , gefxwarin û hewildanên pêkanîna tevliheviyan di navbera pêkhateyan de , metirsiyên cidî li ba gelê me diafirînin, ku bi sistematîk ev siyaset û kiryr pêktên .
Tevgera civaka demoqratîk TEV-DEM bi tundî kiryar, zuhniyet û helwesta ya xerab û neavakir li himber kurdan û tavaya pêkhateyan şermezar dike û hikûmeta Şamê û rayedarên wê berpirsiyar dibîne di ber van kiryaran de , her wiha bi cidî hişyariyê dide ku , berdewamiya van kiryar û siyasetên xerab , dê ne di xizmeta aştî , hevgirtina civakî û pêşeroja sûriyê de be, dê rê li ber têkçûnên mezin û windakirina derfetên avakirina sûriyeke nû , pirreng û hevgirtî veke.
Lewra weke tevgera civaka demoqratîk TEV-DEM em banga rawestina van kiriyan dikn û demildest de pêwiste ku hemî kesên binçavkirî werin berdan . Hedefkirina kurdan , hedefgirtina demoqrasî , wekhevî û sûriyeke pirrenge, hedefgirtina pêşeroja sûriyê û gurkirina kînê ye , ku dê xizmeta tu aliyan neke, û nejî wê xizmeta hikûmeta demekî bike.
Sûriya nû ne bi zuhniyeteke nijadperest ,emnî û hedefgirtina pêkhateyan ava dibe , Sûriyeke nû bi zuhneyeta demoqrasî, biratiya gelan û civakên demoqratîk ava dibe , lewra dûbare weke tevgera civaka demoqratîk TEV-DEM , em hişyariyê didin aliyên ku li himber kurdan û pêkhateyan kînê gurdikin, ku ewê bi van kiryaran nikaribin vîna me ya zadî , wekhevî û biratiya gelan bişkînin.
Tevgera civaka demokratîk TEV-DEM