حركة المجتمع الديمقراطي

Cejna qurbanê bela bibe wesîla xurtkirina hevgirtina hemî olan, gelan û çandan .

84

Cejna qurbanê bela bibe wesîla xurtkirina hevgirtina hemî olan, gelan û çandan Bi boneya cejna qurbanê Tevgera civaka Demokratîk daxuyaniyakê nivîskî weşand û cejna qurbanê pîroz kir li rêber Apo, Şehîdên azadiyê , malbatên Şehîdan û hemî tekoşerên azadiyê û tevaya misilmanên cîhanê.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

DAXUYANÎ

JI TEVAYA MISILMANÊN CÎHANÊ , KURDISTAN, BAKUR Û ROJHILATÎ SÛRIYÊ Û BI GIŞTÎ SÛRIYÊ RE

Di serî de em cejna qurbanê li tevaya musilamanan pîroz dikin û bi hurmet û rêzdarî em pêşwazî dikin , bê guman hemi ol, bawerî û çandên di cîhanê de cihê rêzdarî û nirxên pîrozin , ku rêber ocelan jî hemî nirx û rewiştên pîroz ji van ol, bawerî û çandan di kesayetiya xwe de civandiye û li ser fikirê hezkirin û qederdayîna ji çand û hemî baweriyan re û xizmetkirina civakan , herdem doza aştî , wekhevî û pêkvejiyanê kirye,

Ola islamê jî ku di civaka Erebî de şoreşeke fikrî , zuhnî , û civakî pêkaniye û belavî berfirehiyeke mezin di cîhanê de bûye , ku di roja îrode bi dehan netew ew weke ol ji xwe re pejirandine û roleke mezin di pêşketin û berfirehkirina wê de lîstine , bi taybet weke gelê kurd ku nirxên herî pîroz yên vê olê parastine , mixabin li ser destê desthilatdar, nijadperest û tevgerên teror , ji derveyî rastiya xwe ya çandî û civakî de , li dijî aştî , biratî û hevjiyankirina mirovahiyê bi hev re hatiye bikaranîn, ku bûne sedema komkujî , paşketin û jihevxistina civak û çandan .

Em weke tevgera civaka demoqratîk TEV-DEM , ku ji armancên me yên sereke avakirina civakeke demoqratîk ku hemî pêkhate , ol , bawerî , mezheb û çand dinava wekhevî û aştiyê de jiyan bikin , herdem li dijî wan desthilatdar, girûpên teror û çi kesên ku hewildana derxistina olan ji rastiya wan ya civakî û exlaqî derxînin me tekoşîn kiriye û her emê tekoşînê bikin , li ser fikir û felsefeya rêber ocelan her emê nirx û rewştên Îslamê û hemî olan biparêzin û bidin jiyankirin , ji bo avakirina civakeke demoqratîk û dûrî hemî şêwazên tundî û vajîkirina baweriyan, ku diberde jî bakur û rojhilatê sûriyê bi hezaran şehîd ji hemî pêkhate , ol û baweriyan pêşkêş kiriye û di encamê de Îro di himbêza xweseriya demoqratîk de hemî ol bi azad bi hev re jiyan dikin .

Lewra bi boneya cejna qurbanê em weke tevgera civaka demoqratîk TEV-DEM, di serî de rêber Apo, Şehîdên azadiyê , malbatên Şehîdan û hemî tekoşerên azadiyê silav dikin û cejna Qurbanê li wan piroz dikin ,

Her wiha hemî misilmanên Cîhanê , Kurdistan ,Sûriyê û Bakur û rojhilatê Sûriyê bi boneya cejna qurbanê silav û pîroz dikin

Cejna qurbanê bela bibe wesîla xurtkirina hevgirtina hemî olan, gelan û çandan .

Cejna Qurbanê bela cejna dawîanîna li teror , desthilatdar û dijminên gelan

Dûbare cejna Qurbanê li tevaya misilmanên cîhanê pîrozbe .

Tevgera civaka demoqratîk TEV-DEM