حركة المجتمع الديمقراطي

sersaxî ji bo malbata hunermend Ciwan Hesen û ji hemî hezkirî û dostên wî re.

48

Yekîtiya hunermenda di derbarî koça dawî ya hunermend Ciwan Hesen daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:

Mirina hunermend û helbestvan Ciwan Hesen.

 

Bi dilên tijî êş û xemgînî , em koça dawî ya hunermendê Efrînî Ciwan Hesen radigihînin, ku roja pêncşemê piştî nîvê şevê li nexweşxaneyek li Helebê ,piştî şewtandina giran a ku roja sêşemê ya borî li mala xwe ya li Amûdê wergirtibû, koça dawî kir.

Ciwan hesen ê rehmetî di sala 1980 an de li bajarê Efrîn ji dayik bû . Ew neçar ma ku di sala 2018 an de bireve piştî ku ji hêla komên bi piştgiriya Tirkiyê ve hat dagirkirn . Wî li herêma Şehba li bakurê Helebê penaber bû , li wir bi salan di şert û mercên dijwar yên koçberiyê de tehmûl kir , heta ku ew û malbata wî di sala 2024 an de li Amûdê bi cih bûn . Ciwan bi dengê xwe yê germ û stranên xwe yên kurdî yên ku dilê gelê xwe dihejandin dihat nasîn . Wî gelek berhem beste kirin û gotin , ku hin ji wan bûne beşek ji bîra hunerî ya kurdî . Berhemên wî ji aliyê hejmarek hunermendên herêmê ve jî bi rêz û hurmet hatin pêşkêşkirin. Rehmetî neh mehan wekî hilberîner û pêşkêşvanê bernameyê li Radyoya Arta xebitî , ku dengê wî di kêliyên hêvî û bêrîkirinê de hevalê herdemî yê mirovan bû.

Ciwan ,jinek , du keç , kurek û gelek dilên ku jê hez dikin û bêriya wî dikin li pey xwe hiştin.

sersaxiyên xwe yên kur ji malbata hunermendê rehmetî û ji hemî hezkiriyên wî û dostên wî re dixwazin ,ji xwedê dixwaze ku rehmê lê bike û cihê wî di bihuştê de bihêle. Bila ruhê wî bi rehma xwe şad be û bîranîna wî pîroz be.

Ciwan ,jinek , du keç , kurek û gelek dilên ku jê hez dikin û bêriya wî dikin li pey xwe hiştin.

Em ji xwedayê mezin dixwazin ku rehmeta xwe lê bike û cihê wî bihuştê bide.

Bila ruhê wî bi rehma xwe şad be û bîranîna wî pîroz be.