berdewam beYekîtiya Rewşenbîrên Kantona Cizîrê têkildarî koça dawî ya hunermend Ciwan Hesen daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:
Behîname
Hunermendê Efrîna berxwedêr xwediyê strana lolo welato….
Îro 22 /5/2025 bi dilekî xemgîn û kuldar me nûçeya koça dawî ya hunermend û helbestvanê mezin Ciwan Hesen bihîst.
Nemir Ciwan yek ji wan kesên yekemîn bû ku di sala 2011 an de li zimanê kurdî xwedî derket û mamosteyî kir.
Bi dehan helbest û stran li ser êş û birînên welat,berxwedanî û şehîdan got û nivîsand, birîna vegera Efrînê di dilê wî de ma. Lê mixabin bi darbestê vegeriya.
Ji malbateke kurdperwer bû, kurê nivîskar û rewşenbîrê mezin Ismet Hesen bû.
Evîndarê çiyayê Kurmênc, dar û daristanê zeytûnistanê bû.
Wê rêka te ya huner,helbest û kurdperweriyê li ser dika rastiyê wê berdewam be.
Serê hemî nivîskar, rewşenbîr, hunermend, malbat û gelê kurd sax be.
Yekîtiya Rewşenbîrên Kantona Cizîrê
22/5/2025