حركة المجتمع الديمقراطي

TEV-DEM: Li bîranîn û xeyalên şehîdan xwedî derkevin.

TEV-DEM li hemû malbatên şehîdan pîroz kir û bang li gel kir ku li bîranîn û xeyalên şehîdan xwedî derkevin.

71

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM ) bi boneya 18`ê Gulanê Roja Şehîdan daxuyeniyek nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hate gotin: “Ji bo avakirina jiyaneke bi rûmet, wekhev û demokatîk, ji bo rakirina darê zorê, komkujî û çewisandina gelan,  di nava dîrokeke dûr û dirêj de, bi hezaran ciwan  û keçên me li hember dagirker û xwînmijan canê xwe feda kirine, ku Kurdistan kirine  welatê qehreman û şehîdan, ji serdema medan, serdema osmanî û sefewiyan ta bighêje peymanên ne mirovane Sykes-Picot û Lozan 1923’an û çarberçekirina Kurdistanê, kaniyên xwîna şehîdan herikîne. “

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin: “Bi berxwedan û şehadeta  Pêşengên tevgera azadiyê re, wekeEşref Anyik, Mahmût Zengîn; Halîl Çavgûn, Ferhat Kûrtay û Necmî yên ku 18’ê Gulana 1982  de  bi bedenên xwe agirê  azadiyê gur kirin di girtîgeha Amedê de ew roj bûye Roja Şehîdan , tevaya şehîdên azadiyê li Kurdistanê . “

TEV-DEM`ê diyar kir ku “Gulan meheke taybete di dîroka berxwedanê de, ku bi hezaran şehîd di vê mehê de li seraserî Kurdistan, canê xwe fedakirine ji bo biratî, wekhevî, azadî û demoqrasiyê anku  meha Gulanê bi giştî meha şehîdan e.”

 Tevgera Civaka Demokratîk  (TEV-DEM) ev roj li “tevaya malbatên şehîdan , rêheval , hogir û şopdarên rêya şehîdan û di serî de rêberê aştî û demoqrasiyê, Rêber Apo, ku her û her doza xwedîderketin û nejibîrkirina şehîdan kiriye” pîroz kir. Her wiha bang li tevaya gelê xwe, welatparêz û demqratîxwazan dikin ku  heta dawî  li dora Rêber Apo  bibin yek  û têkoşîna aştî û demoqrasiyê bilind bikin, pêkanîna xewnên şehîdan misoger bikin û her li bîranîn û xeyalên şehîdan xwedî derkevin. Jibîrkirin xiyanet e. “