حركة المجتمع الديمقراطي

Bi boneya Roja Mamosteyan a Cîhanî

759

Bi boneya Roja Mamosteyan a Cîhanî

Pêncê Cotmehê Roja Mamosteyan a Cîhanî ye, ku ji hêla Yonesko (UNESCO) ve di sala 1966`an de hat damezrandin û ji sala 1994’an vir ve wekî boneyeke navneteweyî ji bo rûmetdayîna mamosteyan û itîrafa bi rola wan a girîng di avakirina nifşan û avakirina pêşerojek li ser bingeha zanîn û perwerdehiyê de tê naskirin. Mamoste pirek e ku dema niha û pêşerojê bi hev ve girê dide, bi dilsoziya wan riya nifşan ronî dibe û beşdarî xurtkirina nirxên edalet, aştî û toleransê dibe. Tevî şer, koçberbûn, krîzên tenduristî û aborî û êrîşên dagirkeriya Tirk li herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê berdewam dikin, mamoste bi biryardarî peywira xwe ya rûmetdar didomînin û îsbat dikin ku ew rêberên civakê û parêzvanên hêvî û zanînê ne.

Piştgirîdayîna mamosteyan û nirxandina hewldanên wan berpirsyariyeke kolektîf e û afirandina şert û mercên guncaw ji bo xebata wan erkekî jêneveger e, ji bo misogerkirina berdewamiya perwerdehiyê, parastina mafê zarokan ê fêrbûna bi zimanê dayikê û parastina nasname û çanda bingeh ya herêmê. Em li Yekîtiya Mamosteyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê roja wan pîroz dikin û em bi taybetî silav li mamosteyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin. Em bang li UNESCO, UNICEF û Neteweyên Yekbûyî dikin ku ji bo rawestandina binpêkirinên Tirkiyê yên li dijî dibistan û saziyên perwerdehiyê, misogerkirina vegera bi ewlehî ya koçberan li malên wan û peydakirina piştgiriya pêwîst ji bo pêşxistina pêvajoya perwerdehiyê û binesaziya wê.