حركة المجتمع الديمقراطي

TEV-DEM: Vîna karkeran ji bo avakirina civaka azad, wekhev û demokratîk didome.

50

TEV-DEM’ê bi boneya 1’ê Gulanê daxuyaniyeke nivîskî da. Hate gotin “Em 1’ê Gulanê li Rêber Apo, şehîdên azadiyê, gelê me, pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û karkerên cîhanê pîroz dikin.”

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) di daxuyaniya xwe ya bi boneya 1’ê Gulanê Cejna Karkeran a Cîhanê de, bal kişand ser dîroka têkoşîna karker û kedkaran a ji bo wekheviyê.

Hate gotin: “TEV-DEM ku avabûn û bingeha wê kedkar, jin, ciwan û têkoşerên ji bo wekhevî û demokrasiyê ne, di serî de kedkarên Kurdistan û tevahî karkerên cîhanê bi vê roja pîroz em pîroz dikin. Em bang dikin ku gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hemû pêkhate û ol û beşên civakê, her wiha gelê Sûriyeyê bi giştî qadan wergerînin, qadên bangkirina ji bo avakirina Sûriyeyeke demokratîk, azad û nenavendî ku mafên hemû gelên Sûriyeyê tê de mîsoger bibin, her wiha bi vîn û îradeya jinên azad, azadiya jinan û mafên wan mîsoger bikin.”

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin: “Em 1’ê Gulanê di nava coş û kelecana Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo, yekrêziya helwesta tevgera siyasî ya Kurd di Rojavayê Kurdistanê, serkeftina berxwedana bendava şehîdan, serkeftina şoreşa Jin, jiyan, azadî di fikir û wijdanê jinên azad de û demokrasîxwazan de pêşwazî dikin. Bi vîn û berxwedana  têkoşerên azadiyê, felsefeya demokratîk a Rêber Apo û hezaran şehîdên avakirina civaka demokratîk û wekheviyê, em di wê baweriyê de ne ku em ê Sûriyeyeke demokratîk a nenavendî û jiyaneke wekhev ji tevahiya pêkhate û beşên civaka Sûriyeyê re ava bikin.

Em 1’ê Gulanê li Rêber Apo, şehîdên azadiyê, gelê me, pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û karkerên cîhanê pîroz dikin.”