حركة المجتمع الديمقراطي

salvegra 127 an a roja rojnemegeriya kurdî li tevaya rojnemevan , gel û şehîdên lêgera li heqîqetê pîroz dikin.

78

DAXUYANÎ

Di demekê de ku tariya dagerkerî û bişaftina gelê kurd , li ser destê dagerkerên kurdistanê bi rêk û pêk dihate meşandin , Kurdistan dinava siyasetên Osmaniyan de dihate wêrankirin, ziman ,çand û kultûra kurdî li ber metirsiya jibîrçûnê de bû , gelê kurd bê parbû ji ragihandin û parvekirina buyer , komkujî û siyasetên tunekirinê ku li himber wî dihate meşandin, bi cîhan û deverê re , li Qhîreyê paytexta Misrê 1898 yekemîn tîrêjên ronahiyê hate der û li Kurdistanê da , ew jî weşana yekemîn rojnemeya kurdîbû , bi nave Kurdistan ku ji aliyê Mîr Miqdad bedirxan ve hatibû derxistin . Rojnemeya Kurdistan destpêka derbasbûna gelê me dinava cîhna rojnemegerî û çapemeniyê de bû , ku bû bingeha rojnemegeriya kurdî , ya dinava zehmetî û siyasetên Înkar û bişaftinê de û tevî hovitiya dagerkeran , gavên mezin avêtin , û ta astekê bû berdevkê êş û doza kurdî û dengê gelê me di cîhanê de , ku bi dehan rojneme û kovar hatine weşandin ji wanjî ronahî , hewar ,ya mîr celadet bedirxan, dengê kurdistan , sorgul û HWD dinava şoreşa azadiyê de , her wiha bi şoreşa rojavayê kurdistanê re gavên herî mezin di rojnemegeriya kurdî de hatin avêtin , û rojnemeyên mîna hewar, ronahî û kenalên tilvizyon û radiyan , û dezgehên mîna ragihandina jin RAJIN û yekîtîya ragihandina azad , bûn dengê şoreşê û di ber lêgerîna li heqîqetê de bi dehan rojnemevan û wênkêş û karmendên ragihandinê li ser destê dagerkeriya TIRKIYê û çeteyên wê ve şehîd ketin . WEKE Meclisa giştî ya ragihindina tevgera civaka demoqratîk TEV-DEM em 127 saliya rojnemegeriya kurdî li tevaya rojnemevan , gel û şehîdên lêgera li heqîqetê pîroz dikin , her wiha bi ruhê şehîdên ragihandin û rojnemegeriya azad , em soza berdewamiya xebatê dikin ku em layiqî xwîna wan şehîdan bin û asta rojnemegrî û ragihandina kurdî bilind bilind bikin Bijî rojnemegeriya azad Silav li giyanê şehîdên rojnemegrî û ragihandina azad