حركة المجتمع الديمقراطي

Cejna çarşema sor li tevaya Êzîdiyên cîhanê pîroz be.

100

Tevgera Civaka Demukratîk TEV-DEM di riya daxwiyaniyeke nivîskî cejna sersala Êzîdiyan(çarşema sor) pîroz kir li tevahî Êzîdiyên cihanê . 

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin :

Daxuyanî

Ji bo gelê me bawermendên bi ola Êzîdî û raya giştî re

Bi hatina buharê re ku duniya bi kesik û sor û zer dixemile û her der bi şînahî û kesikbûnê dorpêç dibe , anko  jiyaneke nû û vejîna pêşerojeke nû vedibe , gelê me yê kurdên  Êzîdî jî , ku rêber apo ew bi parêzvanên reseniya çanda kurdî  pênase kirine , pêşwaziya cejna (çarşema sor ) dikin ku  têye wateya vejîna jiyanê û sersaaleke nû  ji Îzîdiyan re.

Tevgera civaka demoqratîk  tev-dem jî  ku yek ji armancên wê yên bingehîn parastina civakan , bawerî, kultûr û reseniya tevaya pêkhate , ol  û çandaye , ( cejna çarşema sor ) li tevaya Êzîdiyên cîhanê pîroz dike û bi ruhê vejîn û jiyaneke nû ya azad , hêviya ku ev cejin bibe cejna serkeftina aştî, biratî û wekheviyê di rojhilata navîn û kurdistanê de . û bi bîr dixe ku herdem di kesayeta Êzîdî yan de , hebûn , çand, ziman û dîroka gelê kurd ji aliyê dagerkerên kurdistanê ve  û bi taybet  tîrkiyê di serdema osmanî û komarê de , ku rastiya gelekî berxwedêr û qehreman , avakerê şarestaniya mirovatiyê  ji holê rake , û di vê derbarê de , em qehremanî  û berxwedana Êzîdiyan ji bo parastin û berdewamiya çanda kurdî ya resen pîroz dikin.

Bi vê boneyê û di dema ku em çarşema sor li tevaya şehîdên qirkirin û komkujiyên  ku bi ser Êzîdiyan de hatine , û li wan qurbaniyên ku li ser destê terora hovane ya dayîşê pîroz dikin , em di kesayetiya hevalên mîna şîlan goy, nûjiyan koçer û faraşîn de ku heta dawî ji bo parastina şengalê xwîna xwe rijandin , tevaya parêzvanên azadiyê , silav dikin.

Çawa ku çarşema sor roja vejîn û sersaleke nûye em weke tevgera civaka demoqratîk tevdem bang li tevaya gelême yê Êzîdî dikin ku cejna çarşema sor ya 2025 bikin roja xwebirêxistinkirin, û bilindkirina asta berxwedanê di hemî waran de û cejna îsal wergerînîn roja azadiya fîzîkî ji rêber Apo re û cejna biratî, wekhevî û aştiyê dinava hemî ol. Bawerî û pêkhateyan de,

Çarşema sor cejna vejîna biratiyê ye

Cejna aştî , demoqrasî û civakên azad e

Çarşema sor  li şehîdên azadiyê û tevaya Êzîdiyên cîhanê pîroz be

Tevgera civaka demoqratîk TEV-DEM