Tevgera Civaka Demoqratîk TEV-DEM bi daxuyaniyeke nivîskî komkujiya ku li Kobanê hat meşandin şermezar kir.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin :
DAXUYANÎ
JI RAYA NAVNETEWÎ, NETEWÊN YEKBÛYÎ Û GELÊ ME YÊ FEDEKAR RE
Di demekê de ku gelê me ber bi şahiyên Newrozê ve dire , û li ser banga rêber APO ber bi aştiyeke mayinde di Kurdistan û Rojhilata Navîn de hêvî dike , careke din dewleta faşist ya tirkiyê rûyê xwe yê teror û dijberê aştiyê eşkere dike û kîn û nefreta xwe li himber gel , aştiyî, demoqrasî, rûkeniya jin, zarok û ciwanan diyar dike.
Ji piştgiriya bi dayîşê re di pêkanîna komkujiya Kobanê 2015 de , komkujiyên li Cizrê, Nisêbîn û Amedê di 2016 de, dagerkirina Efrîn 2018 de ,Serêkaniyê û Girê sipî di 2019 de , û qirkirina mirov, xweza û çiyayên kurdistanê , faşizma Tirkiyê ji cîhanê re îsbat kiriye ku dewleteke teror û têkbirê aramî û aştiya herêmî û cîhanê ye , û ji ber bêdengiya navnetewî û herêmî wêrekiyê dike ku dûbare di 16 adarê de , di eynî roja komkujiya Helebçe de komkujiyeke qirêj li Kobanê li gundê Gomeçiyê pêkbîne û di encamê de 2 birîndar û 9 Şehîd ji wan 7 zarok ji yek malbatê bûne qurban
Pêkanîna komkujiyê di roja komkujiya Helebçe de nameyeke vekirî ji faşizma Tirkiyê ji gelê me û tevayî cîhanê re ye ku zihniyeta şer, qirkirin û tunekirina gelê me di mejiyê rêjîma Tirkiyê de berdewame û nikare aştiyê û demoqrasiyê bipejirîne , dewleteke wiha ye ku li ser xwîna gelan avabûye û jiyan dike .
Em bang li raya navnetewî û netewên yekbûyî dikin ku demildest de kiryar, hovîtî û komkujiyên Tirkiyê di derheqê gelê me de bişopînin û dawîanînê li van hovîtiyan bînin , çavgirtina li ser qirkirina gelê me xaleke reşe di eniya raya giştî , mirovatî û saziyên navnetewî de, êdî bese bêdengî li ser siyaseta qirkirinê ya Tirkîyê.
Em weke Tevgera Civaka Demoqratîk TEV-DEM li ber Şehîdên Adarê û tevayî şehîdên komkujiya Kobanê bejna xwe ditewînin û bi tundî faşîzma Tirkiyê nefret û şermezar dikin , faşîzma ku bi hovîtiya xwe, hêviya vemirandina agirê Newrozê , têkbirina vîna gelê me ji bo azadiyê û yekîtîya gelê me kiriye .
Ji bo vala derxistina xewnên qirkeran û zihniyeta faşîst ya Tirkiyê , em bang li gelê xwe dikin ku li Şehîd, deskefî, yekîtî û Rêberê xwe xwedî derkevin û bi rihê Şehîdên Adarê , Kobanê û Newrozê , agirê azadiyê, agirê vejîna jiyaneke demoqratîk û azad geşbikin, em bibin bersiv ji Şehîdan re , rêxistin , hevgirtin û berxwedana xwe mezintir bikin .
Gelê me yê fedekar, ji mêjde me biryar daye ku yan emê azad bijîn û yan emê azad bijîn , çi dibe bela bibe , Şehîdên me di dil û jiyana me de ne tucarî dê jibîr nerin û li ser şopa wan her em dê tekoşîna xwe berdewam bikin , çendîn faşizma Tirkiyê hovîtiyan bike ew şana têkçûna wî ye, serkeftin dê her ya gelê me be , Rêberê aştî û demoqrasiyê Rêber APO be , serkeftin dê ya biratiya gelan û agirê pîroz yê Newroza Şehîdan be
Şehîd namirin
Mirin ji zuhniyeta faşîst ya Tirkiyê re
Yan azadî û yan azadî
Tevgera Civaka Demoqratîk TEV-DEM