Îro yekitiyên çandî, Yekîtiya Rewşenbîrên Herêma Cizîrê
Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyê
Yekîtiya Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) û Yekîtiya Nivîskarên Kurd li Sûriyê li Baxçeyê Xwendinê ya bajarê Qamişlo daxuyaniyeke hevbeş li dar xistin
Bi rêya wê daxwaza piştgirî û xurtkirina gavên erênî yê hevdîtina di navbera Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk û Serok Mesud Berezanî ji bo Yekîtiya hevrêziya kurdî.
Daxuyanî bi van gotinan dest pê kir:
Daxuyanî Ji Bo Raya Giştî
Weke hemû gelê xwe, me jî bi kêfxweşî û bi hêvî serdana girîng a Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) General Mazlûm Ebdî ji bo Herêma Başûrê Kurdistanê li ser vexwendina fermî ya Cenabê Serok Mesûd Barzanî şopand.
Ev serdan di nava şert û mercên gelek hestiyar de ku Sûriye bi giştî û Rojavayê Kurdistanê bi taybetî tê de derbas dibin de pêk tê, li gel berdewamiya êrîşên li dijî destkeftiyên gelê me, bi taybetî metirsiya li ser bajarê Kobanî, Bi hemû sembolên xwe yên kurdî û cîhanî…
Ji bilî vê yekê, em spasiya hewldanên jidil ên hin dostên Rojavayî ji bo yekkirina helwest, axaftin û daxwazên Kurdan dikin, ku di vê qonaxa dîrokî ya girîng de, piştî Peymana Lozanê ya xerab ji bo doza gelê me xebatê dikin. Ev hewldan roj bi roj tên berhevkirin ji bo ku gelê me û serkirdeyên xwe yên siyasî karibin roleke sereke di pêkanîna daxwazên rewa yên gelê me de, û misogerkirina tevlîbûna wan di destûra Sûriyê ya nû de weke dewleteke fedral û navendî bilîzin.
Ev serdan encam û pîrozkirina van xebatên hêja bû. Di vê çarçoveyê de em weke nûnerên yekîtiyên çandî û kesên ku li jêr îmze kirine banga piştgirî û xurtkirina van gavên erênî dikin. Em tekeziyê li ser giringiya xebatên lidarxistina kongireke neteweyî, kurdî, giştî, û berfireh dikin, ku hemû aliyên tevgera siyasî, nûnerên rêxistinên civaka sivîl, saziyên çandî û mafên mirovan û kesayetiyên neteweyî yên çalak tê de beşdar bibin. Bi rêya vî kongirî, em hewl didin ku lêvegereke Kurdî ya yekgirtî pêk bînin ta daxwazên rewa yên gelê me li Rojavayê Kurdistanê li ser maseya danûstandinên paşerojê, çi di çarçoveya Kongira Niştîmanî ya Sûriyê ya pêşerojê de, û çi bi her aliyekî siyasî re li hundir û çi li derveyê Sûriyê, deynin ser maseya danûstandinan.
Di heman demê de em piştgiriya xwe ji bo Hêzên Sûriyeya Demokratîk ( HSD) di şerên qehremanî yê li dijî komên çete yên ku ji aliyê dewleta Tirk ve tên destekkirin, piştrast dikin. Her wiha em bang li civaka navdewletî û hêzên çalak dikin ku tedbîrên lezgîn bigirin, ji bo rawestandina vê destdirêjiyê, bi awayekî ku ewlekarî û aştiya gelê me yê Kurd, wek hemû pêkhatiyên welatê Sûriyê misoger bike.
- Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyê.
- Yekîtiya Nivîskarên Kurd li Sûriyê.
- Yekîtiya Rewşenbîran Herêma Cezîrê.
- Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK).