حركة المجتمع الديمقراطي

TEV-DEM bang li tevahiya pêkhateyan dike ku nebin qurbanî ji plan û siyasetên qirkirinê re, tekoşîna xwe mezin bikin.

177

Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM di riya daxuyaniyakê nivîskî êrîşên  li ser pêkhateya durzî  şermezar kir û bang li raya giştî ya cîhanê , demoqratîxwaz û saziyên navnetewî  kir ku rê li ber planên qirkirnê bigrin.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin :

DAXUYANÎ

Ji bendava şehîdan  ta beravê deriya sipî  û taxên dirûzan li şamê û siwêda , plan û pirojeya qirkirina gelan û ferzkirina zuhniyet û sîstema yek al , yek ziman , yek welat berdewame .

Ji bo tevahiya gelên sûriyê , netewên yekbûyî û saziyên têkildar

hilweşîna rêjîma Elesed , Bû hêviya avakirina Sûriyeke nû , demoqratîk , wekhev , nenavendî û hevbeş , bi beşdarbûna tevahiya pêkhateyên sûriyê ,lê diyare zuhniyeta Îslama sunî  ya Îxwan elmuslimîn û bi pîştgiriya osmaniya nûjen ,  li şamê bicî bûye.

Di bin navê şerê bi bermahiyên rêjîmê re, zêdeyî  30 hezar ji pêkhateya Elewî bûn qurbanî  ji zuhniyeta qirkirinê re li ser destê hikûmeta şamê.Di milekî de komkujiyan dike  û di milekî de jî  hêsiran li ser qorbaniyan dibarîne, weke ku ji derveyî siyaseta wî tevgerkirin hatiye meşandin. Ji bo rêgirtina li ber komkujî û şerekî navxweyî ,  HSD, peymaneke bi Ehmed Elşeri re danî  , û ta roja Îro jî  cidiyeta şamê dinava gûmanan deye.  Di dema dawî de ,  girûpên ku qaşo nayên kontrolkirin êrîşên xwe vê carê li ser pêkhateya durzî  pêkanîne ,  li Ceremana, Eşrefiye  û gundewarên Siwêda de ku zêdeyî  100 kes ji sivîl û berevanên durzî canê xwe ji dest dane.

planeke sîstematîk, di hucreyên tarî de hatiye nexşekirin û li ser pêkhateyên sûriyê têye meşandin ,eynî  rêvebirên siyaseta qirkirinê  ku li Efrîn, Girê sipî , Serê kaniyê, bendava şehîdan û li dijî Elweiyan  ku  birêvebirin , Îro di tevahiya sûriyê de birêve dibin, bêguman  dewleta  AKP ,Dayîş û çeteyên wê ne .

Em weke tevgera civaka demoqratîk  TEV-DEM , ku di bakur û rojhilatî sûriyê de û di nava biratiya gelan, çandan , ol û mezheban de  me dikarîbû  bingehên civakeke demoqratîk , rêxistinên demoqratîk  ava bikin , bi hemî vîn û hêza xwe,   şerê qirêj  li himber sivîl , pêkhate ,ol û mezheban , red dikin , bi tundî  hevpeymana  zuhniyeta osmanî , Îxwan elmuslimîn , û daîşê li dijî  pir rengî , biratî, wekhevî û biratiya gelan  şermzar dikin .

TEV-DEM  bang li tevahiya  , pêkhateyan dike ku  nebin qurbanî ji plan û siyasetên qirkirinê re, tekoşîna xwe mezinbikin  ji bo avakirina sûriyeke nenavendî  demoqrat û wekhev , dûrî zuhniyeta qirkirin û ferzkirina tariya hezarê salan li ser gel , jin ,ciwan û çandên cuda cuda de.

Em bang li raya giştî ya cîhanê , demoqratîxwaz û saziyên navnetewî  dikin ku di xizmeta avakirina sûriyeke demoqratîk de , rê li ber planên qirkirnê, yênTirkiyê û Daîşê, bigrin û tawanbaran darizînin.

NA JI HEDEFGIRTINA KÊMNETEW ,  OL Û MEZHEBAN RE

BIJΠ BIRATIYA GELAN  Û SÛRIYEKE DEMOQRATÎK  NE NAVENDÎ

TEVGERA CIVAKA DEMOQRATÎK TEVDEM