حركة المجتمع الديمقراطي

Şarestaniya Efrînê tê talankirin!

772

Şahidek ji gundê Berad ê navçeya Şêrawa ya kantona Efrînê diyar kir ku dewleta Tirk alavên pêşketî yên keşfkirina heyberên kanzayî ji çeteyan re tînin û desnîşan kir ku çeteyan dest bi kolandina gund kirine .

Selah Kênco ji gundê Berad ê dîrokî yê navçeya Şêrawa ya kantonê Efrînê dikeve xefka îdiayên derew ên dewleta Tirk û dîsa li gundê xwe yê dagirkirî vedigere.

Selah Kênco anî ziman ku ew li gundê xwe vegeriye, lê ji ber kiryarên dagirkeran tenê 5 rojan lê dimîne cardin derket û diçe Şehbayê. Kênco destnîşan kir ku çete bi zanebûn pirsgirêkan derdixînin û sivîlan direvînin û fidiyê ji wan dixwazin.

Kênco tiştê ku di nava 5 rojan de bi çavê xwe dîtine ji me re parve dike û diyar kir ku çeteyên artêşa Tirk a dagirker li deverên şûnwarî lêkolîn dikin û heyberên kanzeyî digerin û ev tişt anî ziman, “Dewleta Tirk alavên pêşkerî yên lêkolînkirina şûnwaran ji çeteyan re şandin û dest bi kolandina gund kirine, her tişî dirûxînin û li heyberên kanzayî digerin.”

Selah Kênco daxwaz ji rêxistinên navdewletî û aliyên pêwendîdar kir ku sînorekî ji zêdegaviyên dewleta Tirk re deyne.

Li ser gundê Berad ê dîrok

Gundê Berad bi şûnwarên xwe yên dîrokî dewlemend e. Li gund gora keşeyê Suryan ê di serdema duduyan “Mar Marûm”, gora keşe di sala 2010‘an de bibû meqseda bi hezaran xiristiya, piştî avakirina Dêra “Jolyanos” ji aliyê serokê Lubnanê Michel Ewin ve. Agahî belav bûne ku dagirkeriya Tirkiyê gora keşe rûxandine.

Li aliyekî din jî bi dehan burc û dêr ku vedigerin serdema Roma û Mîtanî hene.

Gundê Berad cihê xwe di nava lîsteya mîrateyên cîhanê ya UNESCO de digire.