حركة المجتمع الديمقراطي

TEV-DEM`ê roleke mezin di parastina hevgirtin û kombûna civaka Bakurê Sûriyeyê de list

652

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) ku di sala 2011‘an de hat dameziran dikarî di nava 8 salan de roleke mezin di parastina hevgirtin û kombûna civaka Rojava û Bakurê Sûriyeyê de bilîze. TEV-DEM‘ê bi armanca rêxistinbûyîna xwe xurtir bike sibe kongreya xwe ya sêyemîn bi dirûşma “Bi civaka rêxistinkirin û azad em ê serkeftinê mîsoger bikin” li dar bixe.

Doza gelê Kurd  di serî de û rizgarkirina hemû gelên bindest ji pergalên desthilatar û kapîtalîzm armanca sereke ya Tevegera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) e.

Damezirandina Tevgerê

Tevgera Civaka Demokratî (TEV-DEM) 16‘ê kanûna 2011‘an de ango bi destpêka şoreşa Sûriyeyê re hate damezirandin. TEV-DEM‘ê avakirina civakeke exlaqî û polîtîk armanc dike û têkoşîna li hemberî zayendperestî û azadiya jinê wekî pîvanê rizgarkirina civakê digire dest, her wiha hewl dide jiyaneke hevbeş di navbera hemû pêkhateyan de bêyî cudayê di navbera çand, netew, bawerî, etnîk û mezheban de li ser bingehê Netewa Demokratîk, welatekî hevbeş û destûreke demokratîk de pêk bîne. TEV-DEM projeya Rêveberiya Xweseriya Demokrat wekî modêla çareserkirina doza kurdî di aliyê piratîkê de dibîne, ev model tenê erdîngariyekî an herêmeke sînordar nake, lê wekî çareseriya herî guncaw ji bo pirsgirêkên Sûriyeyê esas digire.

Pergala Rêxistinî

TEV-DEM‘ê li gorî şert û mercên civakî yên gund, bajarok, tax, kolan û heya navnedên herî biçûk pergala xwe ya rêxistinî ava dike. Armanca bingehîn a tevgerê ew e ku hemû beşên civakî di çarçoveyeke çandî, civakî, aborî de û hemû qadên civakê yê hevbeş bi rêxistin bike.

Desteya Rêveber a komînan ji 5-9  endaman pêk tê ku li gorî dengdanên ji aliyê

endamên komînên ku hejmara wan (15-35) endaman ve têne hilbijartin. Endamên Desteya Rêveber hefteyê carekê dicive.

Armancên sereke yên tevgerê, bihevre jiyankirin û wekhevî ye

TEV-DEM‘ê bi nirxên biratî, wekhevî, bihevrejiyankirina hemû pêkhateyên Rojava û tevahî Sûriyeyê bawer e û tevgera netewa demokratîk wekî çarçoveya herî guncaw a pêkanîna jiyana hevbeş li ser zemîna yekitiya di pirrengiya hemû pêkhateyên civaka Sûriyê de pênase dike, her wiha bi avakirina  welatekî hevbeş û demokratîk ku tê de hemû pêkhate wekhev bin bawer e. Tevger her wiha banga guhertina Komara Erebî ya Sûriyê bi Komara Sûriyeya Demokratîk dike.

Tevgera Civaka Demokratîk di nav xwe de 5 partiyên siyasî yên Bakurê Sûriyeyê digire. Partî ev in, Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD), Partiya Yekitiya Lîberal, Partiya Kombûna Niştimanî ya Kurdistanê, Partiya Aşitî ya Demokratîk a Kurdistanê û Partiya Demokratîk a Kurdistanê – Sûriyê. Ev partî li gorî rêziknameya hindirîn a TEV-DEM‘ê û bingehê Netewa Demokratîk û pirrengî dixebite.

Avakirin Meclis û Komîn

Piştî şoreşa rûmet û azadiyê li Sûriyeyê û Rojava, gelên Sûriyeyê li herêmên ku ji rêjîma Baas hatin rizgarkirin, dest bi damezirandina sîstemên xwe yên rêveberiyê kirin . Bi pêşengtiya TEV-DEM‘ê komîn û meclisên herêmî hatin avakirin. Komîn şaneya herî biçûk a sîstema rêxistinkirinê ye.

Meclisa Gel, ragihandina dengê gel, avakirina civakeke şareze ku xwe dispêre nirêxên civaka demokratîk dike armanc, her wiha têkoşîna tevgera rizgariya demokratîk wekî bingeha xebata xwe ya avakirina civakeke azad û demokratîk digire dest. Meclisa Gel avakirina netewa demokratîk û welatekî hevbeş û destûreke demokratîk li ser bingehê azadî, wekhevî, dada civakî li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê dike armanc û rêveberiya xweser wekî çareya herî guncaw ji bo aloziya Sûriyeyê dibîne.

Komîn û meclis ên li herêmên rêveberiya xweser bingeha rêxistinbûyînê ye,ku lingên wê yên serkeke , siyasî, parastin, perwerde, aborî, temwîn, jin, hiqûq û ekolojiya ne, lewra jî wekî dendika rêveberiya xweseriya demokratîk tê pênasekirin.

Li herêm, bajarok, navçe, tax ên bakur û rojhilatê Sûriyeyê meclisên gel hatin avakirin, meclisan dikarîbûn di gelek aliyan de serkeftinên mezin bi dest bixînin.

Endamtiya Tevgerê

Ji mafê her kesekî, ji kijan rêxistinên civakî, siyasî, çandî, ji kijan saziyê be cihê xwe di Tevgera Civaka Demokratîk bibe. Lê divê ku rêzikname, biryar û rêgezên wê qebûl bike û li gorî peradîgmeya wê tevbigere, her wiha ji bo çareserkkirina hemû dozên civakî, di nav de doza gelê Kurd ê li Sûriyeyê kar bike. Têkoşîna ji bo pêkanîna armancên tevgera demokratîk, belavkirina çanda demokratîk, rêzgirtina li hemberî her netew, ziman, bawerî, zayîndî, her wiha têkoşîna li hemberî kevneşopiyên paşverû û tundiya li ser jinê erkên endamên tevgerê ne.

Tevgera Civaka Demokratîk sibe duşmenê kongreya xwe ya sêyemîn bi diruşma “Bi civaka rêxistinkirî û azad em ê serkeftinê mîsoger bikin” li navenda Çand û Hunerê ya Aram Tîgeran a bajarokê Rimêlan li dar dixe. Li gorî çavkaniyên ji hindirê tevgerê kongre dê guhertinên nû di pergala rêxistinî û mekanîzmeyê xebatê çêbike, her wiha dê pilansazî j bo pêşerojê were amdekirin.