حركة المجتمع الديمقراطي

Zara… ji beriya 21 salan ve xebatên zimanê kurdî dimeşîne

690

Zara Cemal Xelo ji destpêka salên notî ve û heta niha dîrok û zimanê Kurdî lêkolîn dike. ji beriya 21 salan ve, peyvên kurdî û wateyên wan ji kalûpîrên gundên herêma Cizîrê berhev kir.Xelo heta niha 9 hezar û 500 peyv berhev kiriye.

Sûriye weke hemû dewletên ku Kurdistan dagir kirine, siyaseta pişaftinê li ser gelê Kurd ferz dikir. Gelê Kurd ji ber wê siyasetê gelek zehmetî kişand. Pir caran dewleta Sûriyeyê cejna neteweyeyî ya gelê kurd cejna Newrozê qedexe dikir.

Zara Cemal Xelo ji şêniyên Qamişloyê ye. 40 salî ye. Li ser dîrok û zimanê Kurdî ji salên notî ve lêkolînan dike. Ji beriya 21 salan û heta niha peyvên kurdî û wateya wan ên ku hatine ji bîr kirin berhev dike.

Zara ev xebat di dema ku axaftina bi kurdî hema hema li Sûriyeyê qedeqe bû dimeşand. Ji ber tirsa wî ji windabûna zimanê kurdî û siyaseta pişaftinê der heqê gelê kurd de bi vê xebatê rabû.

Destpêkê bi dizî di nav malan de fêrî zimanê kurdî bû. Piştre peyv bi awayekî veşartî di nav rûpelên lênûska xwe bi erebî beyî ku kesek bizane çi ye dinivîsand.

Piştî Serhildana 12’ê Adara 2004’an zextên dewleta Sûriyeyê zêde bûn. Ji ber tirs û xofa girtinê Zara xebatên xwe bi awayekî veşartî domand.

Di dirêjahiya 21 salan de Zara 9 hezar û 500 peyv û hevokên kurdî di lêkolînên xwe de li gund û deverên herêma Cizîrê berhev kir. piraniya van peyan metelûkên kurdî ne ji kalûpîrên herêmê kom kir. her wiha Zara hewl da van peyvan di jiyana rojane de bikar bîne.

Zara peyvên komkirî, Kengî tê bikar anîn, kîjan demê de hatiye gotin û çawa sûd jê were girtin? lêkolîn dikir.

Bi destpêka çirûska Şoreşa Rojava re, Zara zimanê kurdî bi awayekî akamedî fêrî şêniyên Qamişlo kir. ji ber ked û xebata Zara Cemal Xelo, gelek xelat ji saziyên ziman ên herêma Cizîrê wergert.

Zara diyar kir ku peyvên berhev kirine dê winda nebin. Her çi qas siyasetên pişaftin û qirkirin li ser gelê Kurd hatine fez kirin jî li zimanê kurdî winda nebû û wiha got: “Di dema Umewiyan de pêşengeha zimanê kurdî hate şewitandin.”

Zara niha ferhengek bi navê’ Zimanê Kurdî’ amade dike.

Her wiha Zara destnîşan kir ku ew bi hevkariya hejmarek ji akademîsyenên ziman ên herêmê pirtûkek lêkolîn li ser dîroka gelê kurd û sedemên ne avakirina dewleta kurdî amade dikin.