حركة المجتمع الديمقراطي

Xezeba Zeytûnê: Di nava du mehan de 55 dagirker hatin kuştin jê 5 leşkerên Tirk in

708

Odeya Çalakiyan a Xezeba Zeytûnê ragihand hêzên wan di nava du mehan de 26 çalakî li dijî dagirkeran kirin, di encama çalakiyan de 55 çete hatin kuştin, di nav de 5 leşkerên Tirk bûn, her wiha 34 çete birîndar bûn.

Odeya Çalakiyan a Xezeba Zeytûnê bi daxuyaniyekê ku li ser malpera xwe ya fermî weşandiye encamên çalakiyên xwe yên li dijî dagirkeran ragihand. Xezeba Zeytûnê diyar kir ku hêza wan ji ciwanên Efrînê pêk tên, girêdana wan bi aliyekî siyasî an leşkerî nîn in.

Daxuyanî wiha ye:

“Ji beriya du mehan ve şervanên me yên Odeya Çalakiyan a Xezeba Zeytûnê li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê û kesên xayîn û ajan çalakiyan dikin. Şervanên me soza tolhildanê ne û dê çalakiyên xwe di demên pêş de zêdetir bikin û hemû rêbazên leşkerî bi kar bînin.

Wekî tê zanîn dagirkrina Efrîn ji aliyê Tirkiyê ve ti aliyên wê yê qanûnî tuneye. Hemû çalakiyên ku bi armanca dagirkirinê pêk hatine, li dijî qanûnî, pîvanên navdewletî û li dijî baweriyan e. her wiha êrîşeke hovane bû di aliyê rê û bêrazên ku hatin bi karanîn de. Bi taybet dema ku em behsa Efrîn dikin, em behsa herêmeke bi ewle di asta yekemîn dikin, ji ber ku Efrînê herêma herî bi aram bû û bibû spargeha koçberên herêmên din ên Sûriyeyê. Herêmeke bû ku rêveberiya xwe ya demokratîk heye, ev rêveber ji aliyê gelê wê ve bi riya hilbijartinên qanûnî û demokratîk hate avakirin, meclisên wê yên herêmî hene, şev û roj xizmeta welatiyan de. Efrîn ji herêmên herî xweşik bû bedew e û çanda hezkirin û efûyê li pêş bû. Lê îro di bin dagirkeriyê de ye. Hêzên dagirker bi hezaran şêniyên vê, jin, zarok, ciwan bi tank, top û balafiran kuştin, gund wêran kirin, li pêşberî cîhanê bax û baxçeyên wê rojane dişewitînin, lê dîsa jî ti kes deng dernaxe anî jî şermezar bike. Ji ber vê yekê bi sedhezaran xelkî warê xwe terik kirin û di nava şert û mercên jiyanî yên zehmet de di bin konan de jiyan dikin. Yên li Efrînê jî mane, rastî sucên herî qirêj ji aliyê dagirkeran ve tên, tên revandin û di girtîgehên Raî, Ezaz û Efrînê têne îşkencekirin. Her wiha destdirêjî, dizîkirina milkên taybet û ên giştî, guhertina demografî, polîtîkeyên tirkkirinê û qirkirina etnîkî bê navber berdewam e.

Li ser vê bingehê, wekî ciwanên Efrîna pîroz û paqij me erka tolhildanê girtiye ser xwe. Em li Efrînê dixebitin hemû çete, leşkerên dagirker û yên xayîn bi rengekî leşkerî tesfiye dikin. Em destnîşan dikin ku di nava 7 salên dawî li Efrînê, me ew kesên xayîn û çete li dadehan  bi awayekî qanûnî ceza dikirin, ev yek jî bi beşdarbûna parêzerên wan pêk dihat, her yek li gorî sucê xwe dihat cenaze kirin. Lê niha ji ber mecên dagirkeriyê dozgerî li gel me tuneye. Ji ber vê yekê dîsa em tekez dikin ku dê çalakiyên me yên tesfiyekirinê bi dawîbûna dagirkiriyê bi dawî bibe û çete paşê dê çete sewqî dozgeriyan werin kirin.

Em ciwanên Efrînê (keç û xort) wekî tevgereke tolhildanê li dijî dijmin û çeteyê wî tekez dikin ku em ne girêdayîne aliyekî siyasî an leşkerî, operasyonên me ji erka me ya li beramberî gelê û herêmên me ye. Her wiha em diyar dikin ku her çalakiyeke me ya serkeftî hêza me xurtir dike ku rêbazên nû yên întîqanê  di afirînîn, Soza me ya bi gelê em re ew e ku çalakiyên xwe zêde bikin û Efrîn ji dagirkeran re bikin goristan, dê dagiker li ser roja ku ketine Efrînê poşman bibin

Çalakiyên me her wiha li Efrîn, Idlib, Ezaz, Raî, Cerablus û hemû herêmên ku çete lê hene, berdewam e. Em hişyariya pilanên MIT Tirkiyê yên reşkrina şervanên me û tehrîkkirina sivîlan ku bi navê me malên sivîlan didizin, dikin. Kiryarên wan êdî aşkere dibin. Em ê li hemberî van rêbazan tolhildanê dikin da ku zulma li ser gelê me were bi dawî kirin.

Çalakiyên me yên du mehan wiha ne:

“Hêzên me di nava du mehan de 26 çalakî li dijî dagirkeran kirin, di çalakiyan de 55 çete hatin kuştin, di nav de 5 leşkerên Tirk bûn, her wiha 34 çete birîndar bûn. Deteyên çalakiyên me li ser malpera me ya fermî www.xzeytune.com têne belavkirin.

9/6/2018 serçeteyêCehba El-Şamiya Ehmed Misto “Ebû Misto” hat hedefgirtin

26/6/2018 serçeteyêCeyş El-Nuxba li gundê Emara yên navçeya Mabata hate hedgirtin û birayê wî hate kuştin.

30/6/2018 bargeheke Feyleq El-Şam li gundewarê başûrê Idlibê hate hedefgirtin û du çete hatin kuştin.

9/6/2018 endamekî Feyleq El-Şam li gundewarên başûrê Idlibê hat kuştin.

12/7/2018 wesayîtek çeteyên Feylq El-Şam bi riya çandina mayînekê li gundewarê başûrê Idlibê hate hedefgirtin û du çete hatin kuştin.

12/7/2018 dewriyek leşkerên Tirk hate hedefgirtin di encamê de 3 leşkerên Tirk hatin kuştin

15/7/2018 li nêzî Ziyaret Henan ê navçeya Şeran li dijî serçeteyekîFeyleq El-Şam çalakî hatin kirin û fermandar hat kuştin.

16/7/2018 çeteyekî Feyleq El-Şam hate kuştin.

16/7/2018 li Qebasînê li gundên Sosinbat li dijî çeteyên Lîwa El-Hemza çalakî hat kirin, di çalakiyê de 3 çete hatin kuştin.

16/7/2018 depoyek cebilxane ya çeteyan li gundê Atmê hate hedefgirtin, di encamê de 9 çete hatin kuştin û 7 jî birîndar bûn.

22/7/2018 li dijî serçeteyekî Ceyş El-Nuxba li navçeya Racoyê çalakî hat lidarxistin. Di encamê de serçete hatin kuştin.

23/7/2018 nuqteyek din a çeteyên Cehbet El-Nusra hat hedefgirtin, 4 çete hatin kuştin.

24/7/2018 li dijî çeteyekî Sultan Murad li herêma Hercelê ya Ezazê çalakî hate lidarxistin, di çalakiyê de çete hat kuştin.

24/7/2018 çalakiyek bi bandor li dijî çeteyên Feyleq El-Şam û Ceyş El-Wetenî (Eniya Niştimanî) hate kirin, 3 çete hatin kuştin.

4/8/2018 çete û ajan Ekaş Hec Ehmed ê ji gundê Dêrsewan hate kuştin.

7/8/2018 çeteyekê Feyleq El-Şam li navçeya Cindirêsê hat kuştin.

8/8/2018 li dijî çeteyekî Sultan Murad li herêma Exterîn çalakî hat kirin û çete hatin kuştin.

10/8/2018 çeteyekî Feyleq El-Şam li zeviyê Burc Ebdalo yê navçeya Şêrawayê hate hedefgirtin, di encamp de çete hat kuştin.

12/8/2018 li gundê Dêrbelûtê du çeteyên Feyleq El-Şam hatin hedefgirtin, di encamp de herdu jî hatin kuştin.

13/8/2018 çeteyekî Sultan Murad li gundê Goliyan ê navçeya Racoyê hat hedefgirtin, çete hat kuştin.

15/8/2018 li dijî çeteyekê Feyleq El-Şam bi bandor li herêma Şemarîn û Ezarê çalakiyek hate kirin, di çalakiyê de çete hat kuştin.

17/8/2018 li dijî fermadarê Foc El-Mustefa çalakiyekî bi bandor hate kirin, di çalakiyê de fermandar hat kuştin.

17/8/2018 li gundê Cemala yê herêma Dodiyanê çeteyekî Sultan Murad hat hedefgirtin, di encam de çete hat kuştin.

17/8/2018 li devera di navbera Qere Goberê û Çekê yên girêdayî Dodiyanê de çalakiyekî bi bandor li dijî çeteyekî Lîwa Semerqed hate kirin, di çalakiyê de çete hat kuştin.

18/8/2018  li herêma Şidûdê çalakiyek bi bandor li dijî serçeteyekîEl-Cebha El-Şamiya hate kirin, di çalakiyê de fermandar hat kuştin.