حركة المجتمع الديمقراطي

Efrîniyan li hemberî dagirkeran serî netewandin

631

Şêniyên gundê Satiya ya girêdayî herêma Cindirêsê li hemberî kiriyarên çeteyên artêşa tirk a dagirker serî netewandin û li hemberî wan derketin.

Çavkaniyekî ji gundê Satiya ji ajansa me re ragihand ku çeteyên Firqet El-Hemzat a girêdayî artêşa tirk a dagirker îro mal û milkên welatiyên gund dizin.

Heman çavkanî diyar kir ku li hemberî kiryarên çeteyên artêşa tirk a dagirker, şêniyên gund serî netewand û li hemberî wan derketin. Di encamê de, pevçûn di navbera şêniyan û çeteyan de derket. Çeteyan gule bê serûber li gund reşandin.

Çevkanî tekez kir ku şênî ji bo derxistina çeteyan ji gund bi israr in. Li gund heta niha rewş ne aram e.

Hêjayî bibîr xistinê ye ku çeteyan beriya niha bi demekê hin mal ji şêniyan bi darê zorê standin û kirin navendên xwe. Her wiha têlên kehbrebê, mal û milkên welatiyan û tiştên di mizgeftê de hemû dizîn.