حركة المجتمع الديمقراطي

Sîlda mînaka dayîka fedekar e

731

Sîlda Xelef Heco ji niştecihên taxa Şêxmeqsûd a Helebê ye. Dayîka Sîlda ji bo peydakirina debara xwe ya jiyanê û xwedîkirina 10 zarokan  24 demjimêran dixebite.

Roj bi roj jin li taxa Şêxmeqsûd a Helebê mohra xwe ya balkêş di kar de dihêle û cihê xwe di hemû aliyê jiyanê de digre. Ji wan jinan dayîka Sîlda Xelef Heco ye. Dayîka Sîlda 26 salî ye. Dayîka 4   zarokan e. Dayîka Sîlda ji bo xwedîkirina zarokên xwe sibehan di firina nan a malbatê hevserê xwe de dixebite û piştî nîvro di dikana firotina madeyên xwarinê de dixebite.

Dayîka Sîlda ya bi eslê xwe Ereb e ji welatiyek ji pêkhateya Turkmen zewiciye û 4 zarokên xwe hene . Piştî 4 salan ji bo kar hevserê wê çû dewletên derve. Niha ji ber rewşa şer nikare vegere.

Piştî şehadeta du birayên hevserê Sîldayê, Sîlda neçar ma ku alîkariya bavê hevjînê xwe bike. Ji ber wê li gel bavê hevjînê xwe di firinê de dest bi kar kir û xebatên firinê birêxistin kir.

Beriya meh û nîvekê bavê hevjînê wê jiyana xwe ji dest da. Niha ew tenê firineya Qehreman bi rêve dibe. Di firinê de 5 karker dixebitin. Sîlda rojane di 4:00 sibehê de ji xew radibe û berê xwe dide firinê. Sîlda heftê du caran ard tîne. Ji bo sererastkirina firinê bi kesên pispore têkildar e.

Sîlda karê xwe û karê her karkerekî di firinê de bi rêxistin kiriye. Karker di firinê de bi hevkarî dixebitin.

Sîlda ji bo peydakirina debara malbata xwe ya ku 4 zarokên wê û 6 zarokên her du tiyên wê(birayên hevser) ku di encama êrîşên çeteyan de şehîd ketine, piştî nîvro di dikanek firotina madeyên xwarinê dixebite.

Sîlda di dikana nêzî malê wê de heta derengiya şevê dixebite beyî ku kesek alîkariya wê bike.

Dayîka Sîlda di hevpeyvînek bi ajansa me re wiha got: “Ez li gel bavê hevjînê xwe di firinê de xebitîm. Niha piştî ku apê min çû ser dilovaniya xwe, ez xebata firinê beyî alîkariya kesekî dimeşînim.”

Her wiha Sîlda destnîşan kir ku jin beyî alîkariya kesekî dikare rêveberiya cîhanê bike.