حركة المجتمع الديمقراطي

Idlib ji hevpeymanên Rûsya û Tirkiyeyê re bû qurban

662

Îyad Xetîb diyar kir ku geşedanên li Idlibê rû didin di encama dawiya zincîreyeke pilanên navnetewî û herêmî de pêk tên. Her wiha destnîşan kir ku çalakiyên topbaranê li dijî xalên Tirkiyeyê peyamên Îranê ji Tirkiye û Rûsyayê re ne.

Birêveberê Buroya Çapemenî ya Partiya Sûriye ya Paşerojê û Endamê Meclîsa wê ya giştî Îyad Xetîb da xuyakirin ku dewletên herêmî der barê Idlibê de li ser rêbazekî taybet lihev nekirine. Xetîb got ku dewleta Tirk naxwaze Cebhet El-Nusra bihelîne lê belê hewl dide endamên wê beşdarî nava tabûrên din bike . Xetîb got ku Rûsya di aliyê Exlaqî de têkçûye piştî ku rê li pêşiya dagirkirina Efrînê re vekir.

Îyad Xetîb di bersiva xwe ji pirsên ajansa ANHA’yê re der barê geşedanên dawî li Idlibê got ku rastiya li Idlibê encameke dawî ya zincîreke pilanên navnetewî û herêmî ye û wiha got: “Hêzên navnetewî û herêmî Idlib veguhertin spartgeha hemû kesên lihevkirin bi rêjîma El-Esed re red kirine û hêjî xwe dispêrin çareseriya leşkerî”. Xetîb rewşa niha ya Idlibê weke baregeheke rêxistina El-Qaîdê û Ixwan Muslimîn ku alîkariya xwe ji Tirkiye Îranê werdigirin, bi nav kir.

Tirkiye naxwaze Cebhet El-Nusra bihelîne

Der barê senaryoyên li Idlibê tên gumankirin de li rex destwerdanên herêmî û navnetewî di karûbarên Sûriyeyê de û bi taybet der barê Idlibê de Xetîb got ku heta niha lihevkirinek li ser rêbazekî diyar pêk nehatiye û diyar kir ku Rûsya hewl dide parêzgeha Idlibê ji rêjîma Sûriyeyê re vegerîne bêyî ku dijberiya berjewendiya Tirkiyeyê bike û bêyî ku hêza leşkerî ya mezin bikar bîne ku di encamê de karîseteke mirovahî dê li vir rû bide.

Her wiha destnîşan kir ku pilana Tirkiyeyê derbarê Idlibê de ew e ku Tirkiye hewl dide parêzgeha Idlibê jî rasterast bixe bin serweriya xwe weke Cerablûs û Babê û bêyî ku hevkarê xwe yê mezin Heyet Tehrîr El-Şam (Cebhet El-Nusra) winda bike. Tirkiye hewl dide endamên wê beşdarî nava tabûrên din ên çekdar ku girêdayî Ixwan Muslimîn in, li Idlibê bike.

Der barê paşeroja nêzîk a Idlibê de Xetîb guman kir ku şer û pevçûnên nexşekirina sînorên nû li Idlibê pêk werin, ango li aliyê Deşta Xab û bajarê Cisir Şixor ji ber ku rêjîm dixwaze serweriya xwe li van deverên gundewarê Hema û gundewarê Laziqiyê ferz bike.

El-Nusra hinceta bikaranîna hêza leşkerî ye

Der barê rola Cebhet El-Nusra de ku serweriya hemû aliyên jiyanê li Idlibê dike û Rûsya ji xwe re hincet digire da ku êrîşî Idlibê bike, Xetîb got ku Tirkiye naxwaze Cebhet El-Nusra bihelîne lê belê hewl dide endamên wê beşdarî nava tabûrên din ên çekdar ku girêdayî Ixwan Muslimîn in bike.

Îyad Xetîb ku yek ji kesayetên bajaroka Erîha ya başûrê Idlibê ye û di encama hovîtiya Cebhet El-Nusra de ya sala 2014’an li Idlibê neçarî koçberiyê bûye û ji destpêka sala 2011’an ve di nava xebatên çapemeniyê de cih digire û gelek buroyên çapemeniyê li Heleb û Cebel El-Zawiyê vekirin. Her wiha yek ji çalakvanên ku destdirêjiyên rêjîmê der heqê sivîlan de belge kirin û gelek şer û pevçûnên derxistina DAIŞ’ê ji Idlibê û Helebê ya sala 2013’an şopandin.

Xetîb dibêje ku rola neyînî ya Cebhet El-Nusra ji destpêka tevgera şoreşgerî ve li Sûriyeyê eşkere ye û wiha got: “Di destpêkê de Cebhet El-Nusra tevgera şoreşgerî bi gawirtiyê bi nav kir da ku karibe bi hêza xwe ya leşkerî destwerdana şoreşê bike û xwepêşandanan li herêmên şoreş dest pê kirine pûç bike.”

Îran bi riya Idlibê peyaman ji Rûsya û Tirkiyeyê re dişîne

Xetîb beha hevpeyaman di navbera Rûsya û Tirkiyeyê de kir ku yek ji encamên wê dagirkirina Efrînê bû û wiha got: “Rûsya di van demên dawî de hewl dide bi riya têkliyên xwe yên baş bi Tirkiyeyê re hin destkeftiyan bi dest xwe ve bîne û Rûsyayê rê ji Tirkiyeyê re vekir da ku Efrînê dagir bike.” Xetîb destnîşan kir ku armanca Rûsya ji hevkariya bi Tirkiyeyê re di avakirina xalên çavdêriyê de ew e ku serweriya xwe li ser riya sereke ya di navbera Heleb û Şamê de ferz bike û got ku lihevkirinên di navbera Tirkiye û Rûsyayê de hêjî berdewam in û nîşana wê ew e ku Rûsya çavên xwe ji destdirêjiyên mezin ên Tirkiyeyê li Efrînê û xebatên wê yên guhertina demografîk û kuştin û talana welatiyan digire.

Xetîb got ku topbarankirina deverên nêzî xalên çavdêriyê yên Tirkiyeyê li Idlibê û gundewarê wê peyamên Îranê ji Rûsya û Tirkiyeyê re ne û têde dixwaze bêje ku Îran li ser erdê heye û ne pêkan e bêyî li hevkirina bi wê re hevpeymanek li herêmê pêk were. Xetîb destnîşan kirk u Îran hewl dide berjewendiyên xwe li herêmê pêk bîne û di vê armancê de bi lihevkirinên di navbera Tirkiye û Rûsyayê de dilîze.

DAIŞ di bin sponseriya Tirkiyeyê de li Idlibê bi cih bûye

Xetîb guman dike ku senaryoyên girêdayî çarenûsa çeteyên li Idlibê di nava lêkolînê de ne û dê çeteyên girêdayî Tirkiyeyê ji Idlibê ber bi herêmên gundewarê Helebê weke Efrîn, Cerablûs û Babê ve bêne veguhestin û wiha anî ziman: “Dibe ku Rûsya û Tirkiye rê li pêşiya komên çete vebikin da ku ber bi gundewarê bakurê Helebê ve bêne veguhestin û li dijî projeya federalîzma demokratîk a Bakurê Sûriyeyê bêne xebitandin. Her tişt ji Rûsya derdikeve. Rûsya dest ji exlaqiyetên xwe berda da ku berjewendiyên xwe bi Tirkiyeyê re biparêze.”

Der barê derketina DAIŞ’ê li Idlibê de, nemaze piştî ku hin agahî belav bûn ku çalakiyên veguhestinê yên veşartî ji çeteyên DAIŞ’ê re ber bi Idlibê ve hatin belavkirin û wiha da diyarkirin: “Komên DAIŞ’ê li Idlibê hene û di bin sponseriya Tirkiyeyê û istixbarata Tirkiyeyê de tevdigerin. Tirkiyeyê beriya niha jî evan kom di şerê li dijî herêma Efrînê de bikar anîn û niha jî pêdiviya veguhestina van bi erêkirina Rûsyayê heye.”

Xetîb destnîşan kir ku li Idlibê gelek hêzên niştimanî hene lê hatine paşguhkirin û gelek ji van hêzan veşartî tevdigerin û hemû tabûrên din jî komên çete ne û tenê ji bo parastina berjewendiyên Tirkiyeyê tevdigerin.

Armanca rêjîmê ne rizgarkirina herêmê ji terorê ye

Xetîb di berdewama axaftina xwe de behsa dezgehên istixbarata Tirkiyeyê kir ku hewl dide derfetên lihevhatinê asteng bike û bi riya Cebhet El-Nusra kesayetên ku dixwazin lihevhatinekê bi rêjîmê re pêk bînin digire.

Xetîb bal kişand ku derfetên lidarxistina lihevhatinê di navbera rêjîmê û welatiyên Idlibê de weke herêmên din tune ye, nemaze ji ber ku piraniya welatiyên Idlibê ji aliyê dezgehên istixbaratê yên Sûriyeyê ve tên xwestin.

Girêdayî bandora çalakiyên rêjîmê yên leşkerî li ser rewşa siyasî ya girêdayî rizgarkirina Efrînê de Xetîb wiha got ku ew li hemberî hesabên siyasî yên girêkok rû bi rû ne. rêjîma Sûriyeyê dagirkirina Tirkiyeyê li Efrînê û hin herêmên din paşguh dike û radestî komên terorîst dike. Bê guman armanca wê ne rizgarkirina herêmê ji terorê ye.

Daxwazên xwecûdakirin û rêveberiya Tirkiyeyê felc bûye

Xetîb diyar kir ku Tirkiye nikare rêveberiya herêmên di bin dagirkeriya wê de ne bike, heta beriya aloziya aborî ya Tirkiyeyê komên terorîst hin kesayetên gendelî bikar dianîn û li gorî berjewendiya xwe bikar dianîn. Tirkiye ti carî ji bo avakirina herêmê û peydakirina aramiyê tevnagere. Çalakiyên kuştin, revandin û talanê li van herêman ji her kesî re eşkere ne.

Xetîb daxuyaniya hin meclîsên herêmî yên Idlibê ku dixwazin xwe ji Sûriyeyê veqetînin û beşdarî Tirkiyeyê bibin wiha bersivand: “Piraniya meclîsên herêmî yên li Idlibê di Tirkiyeyê de hatine avakirin û Tirkiye van meclîsan finance dike. Rastiya van daxuyaniyan ew e ku mûçeyên xwe ji Tirkiyeyê berdewam werbigirin.”

Xetîb girêdayî heman mijarê wiha domand: “Evan meclîsên herêmî ti carî nûnertiya welatiyên Idlibê nakin û tenê nûnertiya berjewendiya fînansekarê xwe dikin. Di demeke nêzîk de hêzên niştimanî yên li Idlibê dê daxuyaniyekê li hemberî van hewldanan bidin û dê banga derketina Tirkiyeyê ji axa Sûriyeyê bikin.”

Metirsiya komkujiyên der heqê sivîlan de û QSD’ê banga parastina sivîlan dike

Xetîb di hevdîtina xwe de ya bi ANHA’yê re metirsiyên xwe yên der barê çarenûsa sivîlan li Idlibê anîn ziman û got ku evan metirsî her diçe zêde dibin ku komên çete welatiyên sivîl weke mertalên zindî bikar bînin û xwe di nava malên sivîlan de veşêrin. Her wiha dibe ku rewşa wan a jiyanî ya dijwar sûd werbigirin ku niha li Efrînê kamp ji wan re tên amadekirin, da ku xebatên hevkarê Tirkiyeyê Rûsyayê ya çavbirçîbûna li Idibê bi hêsanî pêk bîne, eger lihevkirin di navbera herdu aliyan de pêk were.

Birêveberê Buroya Çapemenî ya Partiya Sûriye ya Paşerojê û Endamê Meclîsa wê ya giştî Îyad Xetîb di dawiya axaftina xwe de bang li Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) kir ku pilanekê dîne da ku di rewşên awarte de destwerdana xwe bike û welatiyên sivîl biparêze.