حركة المجتمع الديمقراطي

Piştî ku Efrînê hate dagirkirin bûye cihê çopê

641

Piştî ku artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê Efrînê dagir kirin, êdî Efrîn bûye cihê komkirina çopê û çop li hemû kolanên wê belav bûye.

Piştî ku artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê bajarê Efrînê dagir kirin, mal û milkên welatiyan, alavên saziyên giştî yên xizmetguzariyê  talan kirin û dest bi revandina sivîlan kirin û li beramberî berdana wan pereyên zêde dixwazin.

Bi demê re bajarê Efrînê bûye cihê komkirina çopê. Dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê hemû alavên saziyên ku xizmeta bajêr dikirin dizîn.

Di demên dawî de gelek wêne yên kolana sereke ya bi navê kolana Raco tê naskirin li ser toreyên tevna civakî belav bûn û çop li wê derê kom bûye.

Li gorî çavkaniyekî ji bajarê Efrînê diyar kir ku rewşa paqijiya bajar zêde hatiye paşguhkirin. Çavkanî destnîşan kirin ku artêşa tirk a dagirker qaşo hindek ji çeteyên xwe diyar kirine da ku bajar paqij bikin lê di rasityê de ew tu karî nakin û xizmeta bajar nakin.

Çavkanî destnîşan kir ev rewş ne tenê li Efrînê ye lê hemû herêmên ku dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê dagir kirine wisa ne û tu xizmet li wan deveran nayên kirin.

Ji aliyekî din ve jî çavkaniyekî ji navçeya Şiyê ya Efrînê diyar kir ku çeteyan sewalên welatiyên navçeyê ji wan stendine û wan serjê dikin û bi navê ku alîkariya koçber û şêniyan dikin goştê wan li şêniyan belav dikin. Bi vê yekê hewil didin ku li ser raya giştî bidin diyarkirin ku ew alîkariya welatiyan dikin.

Hêjaye bi bîr xistinê ye ku artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê ji 18`ê Adarê ve Efrîn dagir kirin û ji wê demê û heta niha kiriyarên hovane der barî şêniyên herêmê de dimeşînin.