حركة المجتمع الديمقراطي

Geşedanên dawîn ji şêniyên Qenayê re hate şîrovekirin

600

Hevseroka Meclisa TEV-DEM‘ê ya Kantona Kobanê Eyşe Efendî: “Pêvajoya heyî tê xwestin ku em rêxistina xwe ji berê xurtir bikin. Wekî çawa di aliyê leşkerî de me xwe îsbat kir û komên çete têk bir di aliyê siyasî û deplomasî de em ê xwe îsbat bikin da ku mafê gelê xwe misoger bikin.”

TEV-DEM û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk di çarçoveya rêzecivînên bi armanca şîrovekirina rewşa siyasî de, civîn li bajaroka Bender a girêdayî navçeya Qenaya ya dikeve rojavayê kantona Kobanê li dar xist.

Bi dehan şêniyên bajarokê û Hevserokê Meclisa TEV-DEM‘ê ya Kantona Kobanê Eyşe Efendî û Hevserokê Meclisa Kantona Kobanê Mustefa Îto di civînê de amade bûn.

Di civînê de, Eyşe Efendî axivî û bal kişand li ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û anî ziman ku dewleta tirk a dagirker hewl dide di kesayeta Ocalan de îradeya gelê Kurd têk bibe, êrîşên dagirkeriya tirkiyê yên li ser Bakurê Sûriyeyê yek ji pilanên wê yên  bi armanca têkbirina projeya netewa demorkatîk e.

Eyşe Efendî got, “Gelê Kurd li hêviya tu kesî namîne ji wê biparêze. Lê bi pêkhateyên din re xwe bi rêxistin kir û îsbat kir ku ew ji bo azadiyê û şikandina pilanên dijber têkdikoşe.”

Eyşe Efendî di berdewama axaftina we de, bal kişand ku rewşa Sûriyeyê derbasî qonaxeke nû bûye, di navbera rêjîmê û rêveberiya Bakurê Sûriyeyê de danûstandin ji bo çareseriya aloziyê hene.

Eyşe got “Çawa gelê Kurd di aliyê leşkerî de xwe îsbat kirin, dê di aliyê siyasî û doplomasî de jî xwe îsbat bike da ku mafê xwe misoger bike.”

Hevserokê Meclisa Kantona Kobanê Mustefa Îto jî axivî û ev tişt anî ziman, “Dewletên dagirkerên Kurdistanê bi riya ragihandinê şerê taybet li hemberî gelê me dimeşîne, armanca van hewldanan derxistina tevliheviyê ye û têkbirina îradeya gel e. Divê gelê me ji van îdiayan baldar bin û ciddiyeta projeya netewa demokatîk baş fam bikin.”