حركة المجتمع الديمقراطي

‘Diyalog tekane riya ber bi Sûriyeke demokratîk ve ye‘

609

TEV-DEM‘ê bi dirûşma “Diyalog tekane riya ber bi Sûriyeke demokratîk, yekbûyî û ne navendî ve ye” civîneke berfireh ji bo şîrovekirina geşedanên dawîn li dar xistin.

Di civîna ku li navenda Çand û Hunerê ya Aram Tîgran a bajaroka Rimêlan hatibû lidarxistin de, bi sedan welatiyên ji Çil Axa, Girkê Lengê û Rimêlan amade bûn.

Civîn bi rêzgirtinê dest pê kir. Paşê endama Rêvber a TEV-DEM‘ê Mediya Elî li ser rewşa siyasî nirxandin kir.

Mediya Elî got, “Li Sûriyeyê şoreşeke siyasî, çandî, civakî û rêxistinî heye. Li gel me projeyeke siyasî serkeftî heye û rêbazên çareserkirina aloziya di destê me de hene. Lê gelek alî dixwazin îradeya me têk bibin.”

Mîdeya Elî  di berdewama axaftina xwe de destnîşan kir ku, “Ji bo ku em nas bikin çawa siyasetê bikin, divê em rewşê baş lêkolîn bikin. Li Rojhilata Navîn pêşketin tuneye, ji ber pergelên serwer girêdayî modernîteya kapîtalîzmê . Mudaxeleya siyasî ya ji aliyê modernîteya kapîtalîzmê ve di Rojhilata Navîn de aloziyê kûrtir dike.”

Mediya di nirxandinên xwe de bal kişand li ser diyalogên di navbera rayedarên Bakurê Sûriyeyê û rêjîma Şamê de û ev tişt anî ziman, “Gava ku me avêt xwe dispêre hêza rêxistinbûyîna civaka me. Îdiayên dibêjin ku dê herêmê radestî rêjîmê were kirin, armanc jê derxistina tevlihviyê ye û têkbirina ewlekariya herêmê ye.”

Piştî şîrovekirina endama Rêveber a TEV-DEM‘ê, mudaxleyên beşdaran jî hebû.

Li ser pirsa rêjeya serketina diyalogên bi rêjêmê re , Mîdiya got, “Diyalog şerê têkoşîna siyasî ye, her wiha tekane riya ber bi Sûriyeke demokratîk, yekbûyî û ne navendî ve ye. Pêwîstiya me bi civakeke demokratîk heye. Li ser vê yekê danûstandinên siyasî bi hemû aliyan re têkoşîna me ya hiqûqî ye. Em ê hemû hewldanan bikin da ku êrîşên derve yên li ser herêmên me têk bibin. “