حركة المجتمع الديمقراطي

Şahoz Hesen: Bêyî derxistina dagirkeran ji Sûriyeyê çareserî ne pêkane ye

634

Hevserokê PYD‘ê Şahoz Hesen got: “Her kes behsa çareseriya siyasî li Sûriyeyê dike, lê divê em gavên erênî ber bi çareseriya Sûrî-Sûrî peyda bikin. Bêyî rizgarkirina Efrînê û derxistina dagirkeriya ji xaka Sûriyeyê çareseriya siyasî ne pêkane ye.”

Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) bi armanca nirxandina geşedanên siyasî civînek li Akademiya Şehîd  Yekta Hereok a li navçeya Tirbespiyê li dar xist.

Di civînê de Hevserokê PYD‘ê Şahoz Hesen axivî.

Hesen di destpêka axaftina xwe de îşaret bi dewleta tirk û dijberiya wê ya ji bo tevgera demokratîkbûyîna li herêmê kir û got ku dewleta tirk a dagirker dijberiya gelê Kurd û projeya demokrasiya li herêmên dike, Tirkiyê bi fikirê xwe yê desthilatdar ji DAIŞ û Cebhet El-Nura ne kêm e.

Li ser hevdîtinên şandeya MSD‘ê bi rêjîma Sûriyeyê re Şahoz Hesen got, “Her kes qala çarseriya siyasî ya Sûriyeyê dike, lê divê em gavên erênî ber bi çareseriya Sûrî-Sûrî peyda bikin. Wekî Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ji berê û niha jî em ji diyalogan re amade ne, lê bi şertê ku aliyê din zemîna wî ya guncaw ji dilyalogan hene be.”

Hesen di berdewama axaftina xwe de, diyar kir ku ew hewl didin Sûriyeke azad û demokratîk ji hemû pêkhateyan wê ava bikin, rêjîma Sûriyeyê ku nikarîbû li hemberî terorê bisekine  çareserî û danûstandinên li ser bingehê diyalogên tenê rêjîmê û Kurd dixwaze û got, “Em vê yekê qebûl nakin ji ber ku projeya me hemû pêkhateyên Bakurê Sûriyeyê di nav xwe de digire.”

Hevserokê PYD‘ê her wiha anî ziman ku rizgarkirina Efrînê ji erkên destpêkê yên QSD û MSD‘ê nne û got ku bêyî rizgarkirina Efrînê û derxisitna dagirkeriya Tirkiyê ji Bakurê Sûriyeyê çareserî siyasî ne pêkane ye.

Civîn bi bersiva pirsan bi dawî bû.