حركة المجتمع الديمقراطي

Rayedarekî MSD: Hevdîtinên me yên bi rêjîmê re berdewam in

609

Hesen Mihemed Elî diyar kir ku hevdîtinên wan ên bi rêjîma Sûriyeyê re yên bi armanca çareserkirina aloziya Sûriyeyê berdewam in.

Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) ku nûnertiya Bakurê Sûriyeyê dike, çend roj berê ji aliyê rêjîma Sûriyeyê ve li paytaxa Sûriyeyê Şamê hatibû venxwendin. Di hevdîtinên herdû aliyan de li ser avakirina komîteyekî ji her du aliyan lihevkirin hatin kirin.

Derbarê hevdîtinên herdu aliyan de, Endamê Desteya Siyasî ya MSD‘ê Hesen Mihemed Elî ji ajansa me ANHA‘yê re axivî û anî ziman ku komîteyên hatine avakirin ji bo şopandina karûbarên rêveberiyên herêmî û peydakirina çareseriyê ji aloziya Sûriyeyê re.

Hesen Mihemed Elî got, “Di hevdîtinên me yên bi rêjîmê re gelek mijar hatin nîqaşkirin, di encamê de me li ser avakirina komîteyan ji MSD‘ê û rêjîma Sûriyeyê de li hev kir. Erka komîteyan dê bi awayekî hevbeş li ser rêveberiyên sivîl û xweser ên li herêmê nîqaş bikin.”

Mihemed Elî, her wiha destnîşan kir ku hevdîtinên di navbera komîteyan de dê berdewam bin.

Mihemed anî ziman ku hin komîte hatin avakirin ji bo şopandina mijarên girêdayî Bakurê Sûriyeyê û pêşeroja tevahî Sûriyeyê.

Bendava Tebqayê jî mijara nîqaşê bû

Mihemed Elî di berdewama axaftina xwe de da zanîn ku di hevdîtinên wan ên bi rêjîma Sûriyeyê re mijara bendava Tebqayê hate nîqaşkirin û ev tişt anî ziman, “Hevdîtinên Rêveberiya Sivîl a Tebqayê û rêjîmê Sûriyeyê re berdewam bin ta hemû pêwîstiyên Bendava Tebqayê peyda bikin, ji ber ku bendava Tebqayê înşaeyeke niştimanî ye, dikeve xizmeta gelê Sûriyeyê.”

Mihemed Elî destnîşan kir ku armanca avakirina komîteyan berdewambûna hevdîtinên herdu aliyan da ku bikeve berjewendiyên Sûriyeyê.

Endamê Desteya Siyasî ya MSD‘ê Hesen Mihemed destnîşan kir ku wekî MSD‘ê armanca wan ji hevdîtinan ew e ku aloziya Sûriyeyê bi dawî bibe û xizmeta gel bikin.