Aloziya koçberên kampa Eyn Îsa di çarçoveya telefbûna konên wan de di nav xemsariya bi dehan rêxistinên ku di nav kampê de kar dikin de, kûrtir dibe. Rêveberiya kampê bi kêmderfetên xwe bi tenê 600 kon guherandin.
13 hezar koçberên ku piraniya wan ji herêmên Reqa û Dêrazorê ne, li Kampa Eyn Îsa dimînin. Koçber li ser 2 hezar û 700 konan belav bûne.
Ji ber bahozên ku li herêmê beriya demekê rû dane, nîvê konan bi rêjeyên cuda zirar dîtine û telef bûne. Rêveberiya kampê diyar kir ku hejmara konên ku bi temamî telef bûne û hatine rewşekê ku neyên bikaranîn, derdora 600 kon in û hejmara konên ku piştî sererastkirinê bên bikaranîn derdora 700 kon in.
Konên ji caw hatine çêkirin bi demê re û ji ber germahiya tavê ya zêde telef bûn. Her wiha koçber êdî ji sozên rêxistinan ku ji bo çareserkirina pirsgirêka wan dane, bê hêvî ne.
Her du koçberên bi navên dayika Samî û dayika Ebdullrehman diyar kir ku ew êdî bi sozên rêxistinan ji bo pêşkêşkirina alîkariyê bawer nakin, piştî ku konên wan ji ber bahozan telef bûne û ew di bin wan konên parçeyî de ku wan ji germahiya tavê naparêze, dimînin.
Rêveberiya kampê bi kêmderfetên xwe û bi hevkariya Konseya Karûbarên Koçberan 650 kon li şûna konên ku gelek zirar dîtine, vedan. Girêdayî mijarê endamê rêveber ê Kampa Eyn Îsa Celal El-Eyaf got ku wan bi derfetên heyî, konên ku gelek ziyan dîtine vedane. Her wiha El-Eyaf diyar kir ku gelek daxwazname ji rêxistinên ku li ser xebatê veguherîna konan disekine ji beriya 2 mehan ve hatine şandin, lê bê bersiv mane.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku Rêveberiya Xweser, Kampa Eyn Îsa di 11’ê mijdara 2016’an ji bo pêşwazêkirina koçberên herêmên Reqayê dema Hemleya Xezeba Firatê ya rizgarkirina bajêr de ava kiribû.
Meclisa Sivîl a Reqayê ji destpêka damezirandina wê ve di 18’ê Nîsana 2017’an de û bi hevkariya hin rêxistinên ku li herêma Bakurê Sûriyeyê kar dikin, xebatên kampê dimeşîne. Li rex kampê kampeke din di 7’ê Îlona 2017’an de ji bo pêşwazîkirina koçberên herêma Dêrazorê hate vekirin.