Hevserokê Desteya Parastinê ya Kantona Kobanê Esmet Şêx Hesen got ku hevdîtinên di navbera şandeya Meclisa Sûriya Demokratîk û rêjîma Sûriyeyê de xizmeta giştî gelê Sûriyeyê dikin û aloziya Sûriyeyê ber bi bidawîbûnê ve dibe.
Bi armanca nirxandina rewşa dawîn a siyasî û leşkerî li giştî herêmê û bi taybet Rojava û Sûriyeyê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li herêma Firatê rêzecivînan ji welatiyan re li dar dixin. Di vê çarçoveyê de li gundê Kirk a girêdayî navçeya Sirrîn civînek hate lidarxistin. Di civînê de gelek rayedarên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û bi dehan welatî beşdar bûn.
Di civînê de hevserokê Desteya Parastinê ya Kantona Kobanê Esmet Şêx Hesen wiha got: “Em ê li dijî hemû dagirkeran destên xwe bidin hev û têkoşîna xwe ber bi avakirina Sûriyeyeke demokratîk û federal û nenavendî û azad ve bidomînin. Projeya me projeya biratiya gelan û jiyana hevbeş e.”
Girêdayî hevdîtinên di navbera şandeya Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) û rêjîma Sûriyeyê de Şêx Hesen wiha anî ziman: “MSD nûnertiya me hemûyan dike û ji bo çareserkirina aloziya Sûriyeyê tê dikoşe. Ev hevdîtinên li Şamê pêk hatine xizmeta hemû welatiyên Sûriyeyê dikin. Nemaze ji ber ku armanca wê peydakirina rêbazeke bidawîkirina şerê Sûriyeyê û parastina mafên hemû pêkhateyan e.”
Dagirkeriya Tirkiyeyê
Der barê dagirkeriya Tirkiyeyê de Şêx Hesen axaftina xwe wiha domand: “Erdogan rojane li Efrînê û hin herêmên din ên Sûriyeyê komkujiyan bi rêya artêş û komên çete yên girêdayî wê pêk tîne. Lê di dawiyê de bêguman binkeftin a siyaseta Tirkiyeyê ye ji ber ku em xwediyê hêzeke mezin in û em ê projeya xwe ya demokratîk berdewam bikin.”
Şêx Hesen bal kişand ser pêwîstiya hevgirtina di navbera gel û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk de da ku karibe hemû astengiyên rastî wê tên derbas bike û ev tişt li axaftina xwe zêde kir: “Bi hevgirtinê em ê armancên şoreşa xwe pêk bînin. Em ê hemû komployên li dijî gel pûç bikin. Em xwedî îradeyeke xurt in. Bi hevgirtina me tu hêz nikarin me bişikînin.”
Şêx Hesen di nava axaftina xwe de behsa pêngava dîrokî ya 15 Tebaxê kir û wiha destnîşan kir: “Ji bo gelê kurd meha Tebaxê meha berxwedan û têkoşînê li hemberî dagirkeran e. Bi saya pêngava 15’ê Tebaxê niha gel destkeftiyan bi dest xwe ve tîne. 15’ê Tebaxê ji bo me roja hêz û israra têkoşînê ye.”
Di civînê de her wiha endamê Rêveberiya TEV-DEM’ê Ayhan Zana axivî û got ku hemû destkeftiyên gel bi saya fikr û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk hatine. Zana tecrîda dewleta tirk li ser Rêberê Ocalan bi tundî şermezar kir û banga bilindkirina asta têkoşînê ji bo azadiya Ocalan kir.
Zana di dawiya axaftina xwe de banga hevgirtina hemû pêkhateyên Bakurê Sûriyeyê kir da ku hemû komployên li dijî gel bêne pûçkirin.