حركة المجتمع الديمقراطي

Depoyên diziyê yên çeteyan

673

Kiryarên qirêjî û dijmirovahî yên çeteyên Tirkiyê bi dawî nabin. Komên çete yên Tirkiyeyê mal û milkên efrîniyan talan dikin û ji bo ku bifiroşin derveyî navenda Efrînê di çend xaniyan de depo dikin û dûre jî bi buhayên erzan difiroşin.

Di van xaniyên efrîniyan de ku çeteyan desteser kirine û wek depo bi kar tînin, tune tune ye. Heta konteynirên çopê yên di serî de ji Şaredariya Hatayê û bajarên din ên li Tirkiyê anîne, hatine dizîn û di van depoyan de vedişêrin û piştre jî difiroşin.

Çeteyên girêdayî dewleta tirk a dagirker ku ji aliyê serokê giştî yê AKP’ê û serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan ve wek “artêşa min a Kuvayî Milliye” hatibûn pênasekirin, kiryarên xwe yên qirêjî û dijmirovî yên li Efrînê berdewam dikin. Bê tirs û bê wijdan; dizî, talan, kuştin, revandin, xwestina fidyeyê, tecawiz, tacîz, xirakirin û şewitandinê dikin. Gelê Efrînê êdî ji dest kiryarên wan bê zar bûne û nikarin tehemûl bikin.

Mal û milkên didizin bi buhayekî erzan difiroşin

Li gorî agahiyên me ji heremê wergirtin, çeteyên girêdayî dewleta tirk hemû amûrên dikanên sinayî û kargehên li Efrîn, navçe û gundewarên wê, yên berê hatine dizîn û yên hêj tên dizîn, ji bo ku veşêrin û bifiroşin derve, çend xaniyên efrîniyan yên ku bi zorê ji aliyê wan ve hatine koçberkirin, wek depo bi kar tînin. Çavkaniyan destnîşan kir ku ev demek e çete amûrên sinhetkaran ên dikan û kargehan, her wiha ji sinayî jî jenerator, kompres, çerx û hwd. hemû cure amûran ên berê û yên niha diziyê dewam dikin.

Di çend malên li taxa Eşrefiye yên nêzî Fabrîqeya Kevir û Şikandina Keviran ya bi nave Tirmenînî de vedişêrin. Wan amûrên hatine dizîn bi buhayekî pir kêm difiroşin derve. Hat destnîşankirin ku bi şertê ku yên van amûran dikirin pêwîst e bibin derveyî Efrînê.

Konteynir û qaseyên çopê jî hatine dizîn

Li gorî çavkanî ragihand ku di van depoyên ku malên diziyê tê de tên veşartin, hema bêje her tişt heye û da zanîn ku di nava van amûran de bi dehan konteynir û qaseyên çopê yên nû ku li hin taxan ji Şaredariya Hatayê û bajarên din ên Tirkiyeyê anîbûn jî, hatine dizîn û bi awayekî parçeyên hesin difiroşin derve.