حركة المجتمع الديمقراطي

Nûrî Mehmûd: Yekîneyên me li dijî leşkerkirina zarokan e

828

Nûrî Mehmûd li ser rapora Human Rights Watch destnîşan kir hêzên wan li dijî bi çekirina zarokan e û got ku rapor ne di cih de ye. Nûrî Mehmûd got ku ew amade ne bi kesên ku hewl didin rastiya li herêmên bi belge bikin, bibin alîkar.

Berdevkê Fermî yê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Nûrî Mehmûd derbarê rapora  Human Rights Watch ku îdia dikir ku YPG‘ê koçberan zarokên kampan bi çek dike ji ajansa me re axivî. Nûrî Mehmûd got, ” Human Rights Watch rewşê ji nêz ve baş naşopîne, tenê rewşa li herêmê bi yek partiyê ve girêdide. Rexmî ku gelek rêxistin û hêzên siyasî û şoreşgerî li ser erdê hene, lê tiştê ku di raporê de hatiye gotin şaştiyeke mezin e.”

Mehmûd anî ziman ku ji destepêka damezirandina YPG‘ê ve tevlêbûna kesên di temenê biçûk de hebû û wiha domand, “Belê ev tişk ji aliyê hin fermandar û şervanên me ve dihat kirin, lê ne li gorî rêziknameya me ye. Em li dijî vê yekê ne, kesên biçûk me ew li malbatên wan vedigerandin. Belgeyên vê yekê li gel me hene û em dikarin ji çapemeniyê re ragihînin.”

Nûrî Mehmûd destnîşan kir ku fermandarên ku zarok tev li yekîneyê dikirin hesab ji wan dihat xwestin û ev tişt anî ziman, “Dibe ku heya niha em negihiştibin encamê, lê xebata me berdewam e da ku vê radeyê di nava yekîneyê de ji holê rakin. Em li gorî belge û biryarên navdewletî yên girêdayî Neteweyên Yekbûyî tevdigerin.”

Mehmûd her wiha got, “Rexmî ku me şert û mecn ji bo serdana rêxistina navdewletî peyda kiriye, lê heya niha me ew rêxistin li herêmê ne dîtine. Mecal vekirî ye da ku werin herêmê û her tiştî ji nêz ve bişopînin. Nêzîkatiyên rêxistinên navdewletî divê nêzîkatiyên ser bixwe ne yek alî be. Li vir em bi bîr bînin ku ev rêxistinên navdewletî divê erka xwe ya li hemberî ji sedî 40 ji niştecihên Sûriyeyê yên ku koçî herêmên me bûne bi cih bîne, ew rêxistin heya niha erka xwe bi cih bi aniye”

Berdevkê Fermî yê YPG‘ê Nûrî Mehmûd di dawiya axaftina xwe de got ku rapora rêxistina  Human Rights Watch xwe disperse kesên ne li herêmê, ew kesên ku agahî dane rêxistinê cihê gumanên ne û rastiya wan nîn e û ev yek domand, “Deriyê me ji her kesî re vekiriye ku rastiyê nas bike, em amade ne hewcedariyên wan bi cih bînin û alîkariyan bikin da ku rastiya li ser erdê nas bikin.”