Oldarên kantona Hesekê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir û tecrîd wek kiryareke li dijî nirxên mirovahiyê û gelên aştîxwaz bi nav kir.
Oldarên kantona Hesekê yên ku beşdarî Komxebata Îslama Demokratîk bûn, tecrîda li ser Ocalan şermezar kir û bang li saziyên hiqûqî yên mafên mirovan kir ku der barê rewşa Ocalan de bixebitin.
Şêx Ednan El-Ilîwî endamê Yekitiya Oldaran tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir, di heman demê de wek tecrîd li ser mirovahiyê bi nav kir û wiha got: “Dîlgirtina Rêbertî encamên komployeke navdewletî ye, gelê kurd bi têkoşîna wî serbilind e.”
Şêx Ednan anî ziman ku dewleta tirk a ku banga îslamê dike, tu girêdana wê bi îslamê re tune ye û wiha domand: ʺQurana pîroz banga mafên dîlgirtiyan dike. Lê AKP vê yekê paşguh dike. Li aliyekî din jî mafê gelê kurd e ku rewşa rêberê xwe nas bike, ji ber ku Rêbertî nûneriya gelê kurd dike. Ya ku dewleta Ttrk a tirsonek dike rastiya zilma xwe ji cîhanê re diyar dike.ʺ
Her wiha Şêx Ebû Enwer EL Qadirî endamê Yekitiya Oldaran li kantona Hesekê bêdengiya rêxistinên navdewletî ya têkildarî rewşa Ocalan şermezar kir û wiha got: ʺOcalan mîmarê aştî û mirovahiyê ye, banga wî rizgarkirina gelên bindest e, ne tenê gelê kurd e.ʺ
Şêx Qadirî bal kişand ser ku rêxistinên banga azadiya gelan dikin erka xwe bi cih naynin û ev tişt anî ziman: ʺBi saya fikrên neteweya demokratîk a Rêber Abdullah Ocalan gelên Bakurê Sûriyeyê bûne yek.ʺ
Şêx Ebû Enwer El Qadirî di dawiya axaftinê xwe de bang li gelê kurd û gelên bindest kir ku li hemberî siyasetên AKP‘ê bisekinin, her wiha bang li rêxistinên navdewletî û rêxistinên mafên mirovan kir ku ji bo aşkerakirina rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bixebitin.