Pêwîstiya 60 gundên navçeya Tirbespiyê ya kantona Qamişlo bi navendeke tenduristiyê heye. Şêniyan bang li aliyên pêwendîdar kir ku vê pirsgirêkê çareser bikin. Komîteya Tenduristiyê ya kantona Qamişlo diyar kir ku wan reşnivîsa projeyê amade kiriye û dê ji Desteya Tenduristiyê re bişînin.
60 gundên başûrê navçeya Tirbespiyê ji ber tunebûna navendeke tenduristiyê zehmetiyan dibînin. Gelek gund 40 kîlometre dûrî navçeyê ne. Ji ber wê şênî neçar dimînin ji bo nexweşî û rewşên awarte berê xwe bidin navçeya Tirbespiyê.
Şêniyên gundên başûrê navçeya Tirbespiyê bang li Desteya Tenduristiyê û Komîteya Tenduristiyê yên herêma Cizîrê kir ku bi awayekî lezgîn navendeke tenduristiyê li wan gundan ava bikin. Ji ber ku tu navend an nuqteyên tenduristiyê nêzî wan tune ne. Her wiha şêniyan bang li aliyên pêwendîdar û Desteya Tenduristîyê kir ku vê pirsgirêkê çareser bikin.
Welatiyê bi navê Salih El-Xelîfa ji şêniyên gundên başûrê Tibespiyê ye û diyar kir ku gundê wan 40 kîlometre ji navçeya Tirbespiyê dûr e. Her wiha Salih destnîşan kir ku gelek rewşên awarte mîna nexweşiya rebû û pêvedana mêş û mûran çêdibin û pêwîstiya wan bi destwerdanên lezgîn heye. Her wiha ji ber ku rêyên wan xirabûyî ne û bi taybet di demsala zivistanê de xwe bi zehmetî digihînin navenda navçeyê.
Di vê çarçoveyê de yek ji rêveberên Komîteya Tenduristiyê ya kantona Qamişlo Ehmed Eyo tekez kir ku ew ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê lêkolînê dikin. Eyo diyar kir ku Komîteya Tenduristiyê dê di demeke nêz de dê serdana herêmê bike da ku li wê derê navendeke tenduristiyê ava bike. Her wiha Eyo got ku projeya xwe ji Desteya Tenduristiyê ya herêma Cizîrê re dê bişînin û di demeke nêz de dê ev pirsgirêk were çareserkirin.