Li gundê Hemam ê herêma Cindirêsê cenazeyê kesekî ne nas hate dîtin. Hate ragihadin ku çeteyan li gundê Burc Ebdalo 3 sivîl û li gundê Basûtayê sivîlek jê du di mejiyê xwe de nexweş in revandin.
Çavkaniyekî ji Efrînê ji ajansa me re diyar kir ku çeteyên koma “Furqet El-Hemzat” li navçeya Şêrawayê ji gundê Burc Ebdalo 3 sivîl û ji gundê Basûtayê sivîlek revandin û birin cihekî ne diyar.
Li gorî çavkaniyî kesên hatine revandin “Hesen Hemza (38), Rizgar Welîd Umer (33) û herdu bira Elî Cemo (43) û Ednan Cemo (45) di mejiyê xwe de nexweş in”
Heman çavkaniyî destnîşan kir ku cenazeyê kesekî ne nas li ser riya di navbera gundê Hemam û herêma Cindirêsê hate dîtin.