Piştî dagirkirina dewleta Tirk Efrînê dagir kir, şêniyên herêmê bi zorê hatin derxistin û piraniya wan li Şehbayê bi cih bûn. Jinên Efrînê yên li Şehbayê bi cih bûne konfransa xwe ya duyemîn bi beşdarbûna 500 delegeyan, nûnerên Kongreya Star ên ji Heleb, Kobanê û Şehbayê hate destpêkirin.
Salona Konfransê bi wêneyên şehîdên Berxwedana Serdemê û tekoşerên azadiyê, her wiha posterên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan hate xemilandin. Di salonê de her wiha pankartên bi nivîsên “Bi rihê Berxwedana Serdemê em ê şoreşa jinan bikin, şoreşa civakî”, “berxwedana Jinên Efrînê ya 58 rojan dîroka jinên azad vejîn kir”, “Bi rihê şehîd Avesta berxwedana Efrînê wê serbikeve”, “Bi berxwedana jinên Efrînî em ê faşista Tirkiyê tune bikin”, “Bi rihê Berxwedana Şehîd Avesta û Barîn em ê Efrînê rizgar bikin” û “Felsefeya Ocalan misogeriya Netewa Demokratîk e” hatibû dalqandin.
Konfrans bi rêzgirtinê destpê kir, paşê jî dîwana rêveberiya konfransê ji 4 kesan hate hilbijartin.
Konfrans bi axaftina vekirinê ku ji