Navenda Têkiliyên Dîplomasî ya TEV-DEM`ê êrîşa li dijî Siwêda bi tûndî şermezar kir û sersaxî ji malbatên qurbaniyan re xwestin.
Berdevkê Navenda Têkiliyên Dîplomasî ya TEV-DEM’ê Kemal Akif derbarê geşedanên dawî civîna çapemeniyê li navenda xwe ya li bajarê Qamişlo lidar xist. Hejmarek rojnamavan beşdarî civîna çapemeniyê bibûn.
Di civîna çapemeniyê de daxuyaniya TEV-DEM’ê bi zimanê kurdî û erebî ji aliyê Berdevkê Navenda Têkiliyên Dîplomasî ya TEV-DEM’ê Kemal Akif ve hate xwendin.
Daxuyanî wiha ye:
ʺRewşa Efrînê
Agahiyên ku ta niha gihîştine me dewleta Tirk hîn binpêkirinên xwe di Efrînê de berdewam dike. Rewşa revandinê dewam dike û ji xwediyê wan daxwaza diravan dikin û eger ew dirav neyên dayîn jî yên revandî tên kuştin. Li Efrînê kiryarên terora DAIŞ`ê bi awayekî zelal tên xuyakirin ku hin kesên revandî hatine dîtin û bandora îşkenceyê li ser laşê wan hebû û her wiha hin termên ku perçe perçe bûne hatin dîtin. Tecawiz li ser kal û pîr û jinan berdewam e û hin kesên xwedî pêdiviyên taybet jî hatine revandin, êrîşa li ser Efrîn berdewam e li ser dirêjahiya sînor di riya daxuyaniyên Erdogan û gefên wî dijî gelê me. Tiştê li Serêkaniyê çêbû jî hewildanên xerakirina aramî û ewlehiya herêmê bû, divê tevahî dewletên cîhanê tevbigerin ji bo rawestandina kiryarên dewleta Tirk û çeteyên wê li Efrîn û her wiha gefên Erdogan dijî gelê me li tevahî Bakurê Sûriyê.
Teqînên Siwêda
Bi navê navenda me tiştê li Siwêda çêbûye di dîroka 25.7.2018´an de bi awayekî tûnd em şermezar dikin û em bi gelê wê re hevgirtî ne. Armanca vê êrîşê heman armanca êrîşa li ser Efrînê ye ji ber ku şerê gelê dijî terorê berê û ta niha jî ew ji bo parastina tevahî Sûriyê bû. kesên ku bûne qurbanî em sersaxiyê ji malbatên wan re dixwazin û ji bo birîndaran re em şîfaya lezgîn dixwazin. Ev tiştê ku çêbû cardin tekez dike ku êdî bûye dema çareseriyê ji bo aloziya Sûriyê, qedexekirina êrîşên terorîst û rawestandina rijandina xwîna sûrî. Pêwîst e hemû ked ber bi her tiştî ku xizmeta çareseriyê dike ve biçe û her wiha avakirin Sûriyeke demorkatîk bêyî bergehên şidet û cudakarî.ʺ