Desteya Niştimanî ya Erebî derbarê êrîşên li dijî Suweydayên sersaxî ji gelê Sûriyê bi taybet gelê Suweydayê re xwest û got, “Em aliyên şer yên ku di serhişkiya xwe de berdewam in berpirsyarê vê yekê dibînin.”
Desteya Niştimanî ya Erebî li ser êrîşên ku li bajarê Suweydayê pêk hatin daxuyanî da.
Daxuyanî wiha ye
“Vê sibehê, bajarê Suweydayê û gundewarên wê rastî êrîşên xwekujiyê hatin. Di encamê de zêdetirî 200 sivîl bûn qurbanî.
Em weke Destya Niştîmanî ya Erebî vê kiryara terorîst û tirsonek bi tundî şermezr dikin û wekî xaleke reş li eniya mirovahiyê dibînin.
Sedemên kuştin, koçberkirin û terorîst encamên tunebûna rêveberiya rasteqîn û tunebûna çareseriya siyasî, her wiha serhişkbûna aliyên şer ên li herêmê şer dikin di kiryarê xwe de ne.
Em weke Desteya Niştîmanî ya Erebî ji ber êrîşên hov û bi kîn ku jiyana sivîlan hedef girtin sersaxî ji gelê Sûriyayê re bi giştî û bi taybet ji şêniyên Suweydayê re dixwazin. Hemû aliyên aloziyê berpirsên vê komkûjiyan in. Ji ber serhişkiya wan welat ber bi dojehê ve birin û ew kirin qada şerê navdewletî û herêmî. Ev êrîş ne tenê zincîrek ji zincîrên aloziya dem dirêj her çiqas cih û amûr hatibin guhertin jî, ye”.