حركة المجتمع الديمقراطي

Çalakiyên Pêşengeha Pirtûkan bi dawî bû

570

Çalakiyên Duyemîn Pêşngeha Pirtûkan di roja 6’emîn de bi dawî bû. Hejmarek ji nivîskar û mêvavan hatin xelatkirin.

Bi dirûşmeya ‘Bi xwendinê em zindî dibin’, çalakiyên Duyemîn Pêşengeha Pirtûkan a Rojava ya ku li hola Zana ya Qamişlo tê lidarxistin di roja 6’emîn de bi dawî bû.

Pêşengeh di 20’ê Tîrmehê de bi sponseriya Desteya Çand û Hunerê ya Kantona Cizîrê dest pê kiribû. Îro bi tevlîbûna şênî, rewşenbîr û xwendekaran bi dawî bû.

Di pêşengehê de pirtûkên cur bi cur çandî, wêjeyî, civakî, siyasî û zanistî û bi 6 zimanan ( Kurdî, Erebî, Suryanî, Tirkî, Inglîzî û Ermenî) hatin pêşkeşkirin. Her wiha wêneyên fotografî yên YPG û YPJ’ê û hêzên asayîşê û her wiha li ser navê Komeleya Jina Rewşenbîr tablo hatin pêşkeşkirin.

Pêşengeh bi boneya salvegera şehadeta rewşenbîr û kesayeta niştîmanî Ş. Hisên şawîş (Herekol) ê ku ji kesên destpêkê ku meteryalên dibistanan li Rojava-Bakurê Sûriyayê bi cih anîna ye.

Pêşengeh bi xelatkirina Dayîka Xedîce Mela dayîka Ş. Hisên Şawîş, rojnamevanê Misrî El-Seyd Ebdulfetah û her wiha hejmarek ji nivîskarên din û mêvan bi dawî bû.