Çalakiyên ciwanên Rojava û Bakurê Sûriyê yên bi armanca şermezarkirina êrîşên dewleta tirk a dagirker ên li ser Başûrê Kurdistanê û nêzîkatiyên PDK‘ê, her wiha piştgiriya gelê Başûrê di roja duyemîn de li deriyê Sêmalkiyê didomin.
Rêxistinên ciwanan ên Rojava û Bakurê Sûriyê li djiî êrîşên dewleta tirk a dagirker ên li ser Başûrê Kurdistanê û polîtîkeyên PDK‘ê ku destur nade ciwanan ku derbasî Başûr bibin û tevlî çalakiyên ciwanên Qendîlê bibin duh, li Deriyê sînor ê Sêmlakayê yê di navbera Rojava û Başûr de daxuyanî dan û dest bi çalakiyan kirin.
Îro, endamên saziyên civaka sivîl û Meclîsa Malbatên Şehîdan tevlî çalakiyên konvedanê bûn.
Li ser navên Meclisa Malbatên Şehîdan û saziyên civaka sivîl gelek axaftin hatin kirin. Di axaftinan de binpêkirinên dagirkera Tirk Ii ser Başûrê Kurdistanê û Qendîl û her wiha bêdengiya Hikumeta Başûr û Hikumeta Iraqê li hember binpêkirinên Tirkiyê hatin şermezarkirin.
Tê payîn ku di saetên derengî bi şevê jê dê senvîzyoneke were pêşkêşkirin.