Ebû Umer El-Idlibî diyar kir ku çarenûsa Idlibê girêdayî lihevkirinên di navbera Rûsya û Tirkiyeyê de ye û rola Tirkiyeyê weke “qirêj” bi nav kir. Her wiha got ku dê Idlibê rizgar bikin û bang li wealtiyan kir ku baweriyê bi aliyê Tirkiyeyê nekin.
Girêdayî geşedanên dawî li parêzgeha Idlibê ajansa me ANHA’yê hevdîtinek bi Fermandarê Giştî yê Tugaya El-Şemal El-Demokratî Ebû Umer El-Idlibî re pêk anî. El-Idlibî diyar kir ku dê bi hemû derfer û keda xwe ji bo rizgarkirina Idlibê tevbigerin.
Ebû Umer El-Idlibî di destpêka axaftina xwe de got ku rêzelihevkirinên di navbera rêjîmê û komên çete de li seranserî axa Sûriyeyê ji her kesî re eşkere ne û di encamê de hemû kesên lihevkirin qebûl nekirine veguhestin parêzgeha Idlibê.
El-Idlibî diyar kir ku çalakiyên koçberkirinê di agahdariya hêzên navnetewî pêk hatine û bi taybet Netewên Yekbûyî ku sponseriya gelek lihevhatinan kiriye û vê yekê hişt ku rewşa parêzgeha Idlibê bêtir girêkok û aloz bibe. Tişta balkêş ew e ku piraniya komên çekdar ên anîne Idlibê xwedî rengekî îslamî ya radîkal in û piraniya wan alîkariya xwe ji Tevgera Ixwan Muslimîn û Tirkiyeyê werdigirin.
Der barê rewşa parêzgeha Idlibê de El-Idlibî wiha got: “Parêzgeha Idlibê di navbera du komên leşlkerî yên sereke de hatiye dabeşkirin. Koma yekemîn Feyleq El-Şam û hin komên din û hemû girêdayî Tevgera Ixwan Muslimîn in. koma duyemîn jî Heyet Tehrîr El-Şam (Cebhet El-Nusra) ku baskekî rêxistina El-Qaîdê di Sûriyeyê de ye.”
El-Idlibî rola Tirkiyeyê li parêzgehê weke “qirêj” bi nav kir û piştrast kir ku Tirkiye alîkariya herdu aliyan dike û di navbera wan de aloziyan çêdike da ku karibe bi hêsanî serweriya xwe li ser wan ferz bike û tenê ji bo pêkanîna berjewendiya xwe dixebite. Di encamê de tenê welatiyên Idlibê dibin qurbaniya vê pêkhatebûna girêkok.
Der barê girêdana rewşa Idlibê bi hevpeymana Astanayê de El-Idlibî wiha anî ziman: “Idlib di nava hevpeymana Astana de ya di navbera Tirkiye, Rûsya û Îranê de ye. Êrîşeke rêjîmê li dijî Idlibê dê hevpeymana Astana hilweşîne û encamên wê jî gelek in, ji ber vê yekê ez bawer nakim ku rêjîm karibe êrîşeke wisa pêk bîne. Lê heta niha rengê hevpeymanê yê dawî nehatiye nasîn, dibe ku li Idlibê pevçûn pêk werin û sînorên dawî yên hevpeymanê bêne nexşandin.”
El-Idlibî da zanîn ku rewşa Idlibê ji rewşa herêmên weke Humis, Xota û Deraa cûdatir e û Tirkiye herêma Idlibê weke parkekê ji xwe re bikar tîne û şerekî li vê herêmê dê Tirkiyeyê li hemberî pêleke koçberiyê rû bi rû bihêle û ji ber vê yekê Tirkiye dê bi hemû hêz û derfetên xwe rê li pêşiya şerê li vê herêmê bigire.
El-Idlibî di berdewama axaftina xwe de got ku ti hevpeymanên nû di derbarê Idlibê de tune ne û wiha domand: “Li gorî hevpeymana Astana ji Tirkiyeyê tê xwestin ku rêxistinên terorîst di Idlibê de bipişêfe û eger Tirkiye ev mijar pêk neanî, bê guman Idlib dê derbasî şerekî xwîndar di navbera tabûran de bibe.”
El-Idlibî wiha li axaftina xwe zêde kir: “Di van demên dawî de eşkere ye ku guhertineke mezin di siyaseta El-Colanî de pêk tê. El-Colanî hewl dide ji hemû aliyan ve nêzîk bibe û zextê li çeteyên xwe dike da ku radîkalbûna xwe kêm bikin heta ku derbasî nava çeteyên Feyleq El-Şam ê Ixwanî dibin.”
El-Idlibî destnîşan kir ku ji Tirkiyeyê tê xwestin ku hemû çekên giran ên parêzgeha Idlibê kom bike û diyar e ev mijar gelekî zehmet e.
El-Idlibî eşkere kirk u çarenûsa Idlibê niha girêdayî hevpeymana Astana ye eger hevpeymaneke nû pêk neyê û wiha pêde çû: “Eşkere ye pêkanîna bendên hevpeymanê ev demeke tê meşandin. Balefirgeha Ebû Zihûr û hin deverên rojhilatê riya hesin radestî rêjîmê hatin kirin û li hemberî wê yekîneyên artêşa Tirk li hin deverên din belav bûn. Riya sereke dê di bin serweriyeke hevbeş a Rûsya û Tirkiyeyê de be û herêmên hundirîn jî dê tenê di bin serweriya Tirkiyeyê de be.
El-Idlibî di axaftina xwe de diyar kir ku tenê welatiyên Idlibê dibin qurbaniya van hevpeymanan û wiha got: “Mixabin rewşa welatiyên Idlibê di ber çavan re nehat derbaskirin. Gelek welatî di malên xwe de koçber in. Nemaze rewşa aborî jî gelekî xirab dibe û gelek welatî neçar dimînin ku bi komên çete re bixebitin da ku debara malbatên xwe bikin.”
El-Idlibî da zanîn ku eşkere ye ku Tirkiye hewl dide xebatên avakirina federalîzma demokratîk li herêmê sînordar bike û di vê çarçoveyê de danûstandinê bi hêzên navnetewî re dike û amadekariya xwe ku çeteyên xwe bike qurbanî pêşniyar dike da ku projeya demokratîk sînordar bike. Tirkiye ji bo Efrînê dagir bike çeteyên xwe yên li Xota kirin qurbanî.
El-Idlibî piştrast kir ku çarenûsa Idlibê girêdayî lihevkirinên di navbera Tirkiye û Rûsyayê de ye û heta niha şêwazê wê yê dawî nehatiye diyarkirin.
Fermandarê Giştî yê Tugaya El-Şemal El-Demokratî Ebû Umer El-Idlibî di dawiya axaftina xwe de bang li welatiyên Idlibê kir û soza rizgarkirina Idlibê da û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Idlib beşekî girîng ji axa Sûriyeyê ye. Em hêjî li ser soza xwe ne. Em ê bi hemû keda xwe ya siyasî û leşkerî tevbigerin da ku em Idlibê ji çeteyan rizgar bikin. Em bang li welatiyên xwe yên Idlibê dikin ku ji keysbaziyên Tirkiyeyê haydar bin û bi aliyê Tirkiyeyê neyên xapandin û baweriyê bi Tirkiyeyê nekin. Tirkiye tenê hewl dide berjewendiyên xwe û projeyên xwe li herêmê li ser hesabê xwîna welatiyên Sûriyeyê pêk bîne.”