حركة المجتمع الديمقراطي

Hisên Osman îdiayên Tirkiyeyê yên têkildarî Minbicê derewandin

601

Endamê Desteya Rêveber a Hevbendiya Niştimanî ya Demokratîk a Sûriyeyê îdiayên Tirkiyeyê yên girêdayî Minbicê derewandin û got ku Minbic ne ji aliyê tirkan ve, ji aliyê gelê xwe ve bi rê ve diçe.

Li ser îdiayên dewleta tirk a dagirker ku dibêje bi rêveberiya Amerîkayê re gihaştiya lihevkirinan û  dê derbasî Minbicê bibe, endamê Desteya Rêveber a Hevbendiya Niştimanî ya Demokratîk a Sûriyeyê Hisên Osman ji ajansa nûçeyan a Hawarê re axivî û diyar kir ku îdiayên dewleta tirk ji rastiyê dûr in.

Osman got ku îtîfaqa dawîn a di navbera Tirkiye û Amerîkayê de, Erdogan ji bo hemleya propagandaya hilbijartinê bi kar anî, her wiha wekî hewldanek bû ku xwe li Minbicê serkeftinê nîşan bide.

Hisên Osman wiha got: “Erdogan dizane Minbic ji aliyê gelê wê ve bi rê ve diçe, lê hewl dide bi rêya ragihandina xwe ji gelê xwe re bide diyarkirin ku wî serkeftineke siyasî qezenc kiriye.”

Hisên Osman tekez kir ku Tirkiye her tim dibêje armancên xwe li Minbicê bi dest xistine û wiha domand: “Em li bajarê Minbicê dijîn, tu guhertin çênebûne, rêveberiya sivîl û hêzên leşkerî herêmê bi rê ve dibin.”

Endamê Desteya Rêveber a Hevbendiya Niştimanî ya Demokratîk a Sûriyeyê girîngiya belavkirina tecrubeya Minbicê li tevahiya Sûriyeyê tekez kir û wiha domand: ” Dibe ku ev tecrube bibe bingeha çareseriya Sûrî-Sûrî ya aloziyê. Ji ber wê em wek Hevgirtina Niştîmanî ya Demokratîk a Sûriyeyê dibînin ku çareseriya aloziya Sûriyê divê ji rêgeza danûstandinên Sûrî-Sûrî de dest pê bike û her wiha hevpeyvînek rasteqînî di navbera şêniyên Sûriyeyê bi xwe de hebe û ew jî piştî derketina hemû dagirkeran ji herêmê dê pêk were.”

Di dawiya axaftina xwe de Osman bang li welatiyên Minbicê yên li derve kir ku vegerin bajarê xwe û ji kuştin, talankirin û nakokiyên ku hêzên derve di nav şêniyan de çandine re êdî bes e.