Li Hesekê ku nêzî 4 hezar jenerator hene û ji sedî 90 yên taybet in, lê gel ji ceyrana jeneratoran ne razî ye. Komîteya jeneratoran li dijî binpêkirina mafên gel agahdariyek derxist, bang li gel kir û wiha got: “Dema we kesên ku zagonan binpê dikin dîtin, gilî bikin da ku em jî li ser pirsgirêkê rawestin.”
Hesekê yek ji mezintirîn bajarên herêma Cizîrê ye. Niştecihên wê nêzî 500 hezar kes e, lê piştî şerê li herêmê nêzî 200 hezar kes ji herêmên derdorê koçî Hesekê kiriye. Hesekê ji 3 navçeyên navendî (Rojhilat, Rojava, Başûr) pêk tê. Li navçeya Rojhilat 8 tax (Miftî, Xeşman, Salihiya bakûr, Salihiya Başûr, Telayî, Ezîziyê, Hara, Mesakin), navçeya Rojava 4 tax (Til Hecar, Nasiriyê, Kelasê, Mişêrfê), navçeya Başûr jî 5 tax (Neşwa Rojhilat, Neşwa rojava, Xwêra, Heyzihur, Lêliyê) cih digirin. Li bajêr bi giştî nêzî 4 hezar jeneretor hene. Ji sedî 90 jeneretorên bajêr ên taybet in û ji sedî 10 jî girêdayî kooperatîfan in.
Li gorî agahiyên me ji gelê Hesekê girtin, pirsgirêkên ceyrana jeneratoran derdikevin. Gelê Hesekê bi sedema ku saetên pêxistina jeneratoran kêm in, dema av tê ceyran nayê berdan, jeneretorên ku xirab dibin zû nayên temîrkirin, dema di nava rojê de ceyrana giştî tê piştî ku diçe, xwediyên jeneretoran saetên xwe danagirin, rexne li xwediyên jeneratorên şexsî dikin. Li ser mijarê Komîteya jeneratoran (mualid) jî got ku dema gel binpêkirina zagonan dît divê gilî li me bikin ku li ser mijarê rawestin.
Komîteya jeneratoran ji bo ku xwediyên jeneratoran zagonan binpê nekin û gel mexdûr nekin di 1’ê Tîrmehê de agahdariyek ji bo gel û xwediyên jeneratoran ragihand. Agahdarî ji 16 xalan pêk tê.
Hinek xalên sereke yên vê agahdariyê evin:
*Di mehekê de bihayê 1 amperê 1500 lîrayê Sûriyeyê ye.
*Divê di rojê de 9 saet, ji 13.00’an heya 17.00’an û ji saet 19.00’an heya 00.00’an ceyran bê berdan.
*Bê agahiya komîn û Komîteya jeneratoran, xwediyên jeneratoran nikarin ceyranê li ser malan qut bike, nikare jeneratorê ji cihê wê rake. Dema jenerator xirab bibe çêkirina wê li ser xwediyê wê ye. Eger jenerator xirab dibin, dema ji rojekî zêdetir ceyran nehat berdan pereyên rojên din ji gel nayê standin. Gel dikare ji 1’ê mehê heya 5’ê mehê fatureyên ampêrên xwe bide. Heqê kesî nîn e rasterast biçe şerê xwediyê jeneratoran bike.
*Sîstema pêxistina jeneratoran ji bo werzên havîn û zivistanan nayên guhertin.
Yek ji pirsgirêkên ceyrana jeneratoran ku li hemû taxên Hesekê derdikeve, dema di nava rojê de ceyrana giştî (nizamî) tê piştî ku diçe, xwediyên jeneretoran saetên xwe danagirin.
Li ser vê mijarê welatiyê bi navê Silêman Ekrem ji taxa Miftî diyar kir ku dema ceyrana giştî tê, piştî wê xwediyên jeneratoran wan saetan danagirin. Silêman got ku caran saet 00.00’an de av tê, wê demê ceyran nîn e, gel bê av dimîne.
‘Ev 24 roj e em bê ceyran in’
Yek ji taxên ku herî zêde pirsgirêka ceyranê lê heye jî Salihiya Başûr e, welatiya bi navê Firya Şêxmus anî ziman ku ji 29’ê Hezîranê ve jeneratora wan naxebite û wiha got: “Heta niha çend car xirab bû me bi xwe da çêkirin. Vê carê pereyek zêde dixwaze lewma jî derfetên me nînin ku em çêbikin. Ev nêzî mehekê ye 60 malên taxê bê ceyran in.” Yek ji niştecihên taxa Salihiya başûr Nûrî Îbrahîm ev nêzî mehekê ye ceyrana wan tune ye û wiha axivî: “Em di vê germê de bê ceyran in. Xwediyê jeneratorê hewl dan hel bikin, lê derfetên wan jî têrê nakin. Jenerator ji binî xirab bûye, divê yeka din bê kirîn. Gelê taxê feqîre, me dinava gel de pere kom kir, tenê me karî 1 milyon kombikin. Lê ji bo jeneratorê nêzî 2-3 milyon pêwîst e. Komîteya jeneratoran hat civînek ji me re çêkir. Me got alîkariya me bikin, nîvê heq ser me û nîv jî ser we. Heta niha jî em li benda Komîteya aborî ne.”
‘Em hêvîdar in Komîteya aborî alîkarî bide komînê’
Ji bo pirsgirêka taxa Salihilya Başûr, endamê Komîteya jeneratoran Mistefa Elî Hesen jî da zanîn ku piştî ku jenerator xira bû wan mudaxele kir û gotinên xwe wiha berdewam kir: “Em dixwazin ji jeneratorên taybet xilas bin û hemûyan bi koperatîfê re girêbidin. Ji ber xwediyên jeneratoran gel aciz dikin. Me ji bo taxa Salihiyê xwest aborî sedê 60 alîkarî bide komînê, lê ew dibêjin em tenê dikarin ji sedî 30 alîkarî bidin. Komîn jî dikare tenê 1 milyon pere bide. Em hêvîdar in ku Komîteya aborî bi me û komînê re bibe alîkar.
‘Ji 20’ê rojiyê ve em bê ceyran in’
Yek ji taxên ku pirsgirêka ceyranê dijî jî taxa Salihiya bakûr e. Ji niştecihên taxê Îsa Çelebî Dawûd destnîşan kir ku jeneratora wan ji dema 20’ê rojiyê ve xirab bûye û wiha got: “Ji xwe her tim xirab dibû. Xwediyê wê got ku gelek kes li ser jenratorê ne, êdî ranake. Xwediyê wê ew rakir. Nêzî dû mehî ye em bê ceyran in. Ji berê jî pirsgirêka wê hebû. Her car tiştên me dişewitîn. Ceyran diçû û pere jî ji me distanin. Niha dibêjin em ê jeneratorek nû bînin lê cîran dibêjin dengê wê dê me aciz bike.”
Li gor agahiyên ku me ji Komîteya jeneratoran girtî, ji bo taxa Salihiya bakûr jeneratorek nû kirîne, lê niha li cihekî digerin ku jeneratorê dayninê.
Endamê Komîteya jeneratoran Ferhan Dawud jî bang li gel kir ku dema dîtin xwediyên jeneratoran zagonên ku hatine danîn binpêkirin bila serlêdana wan bikin û gotinên xwe wiha bi dawî kir: “Heta niha gelek gilî hatine, komîteyên me yên kontrolê ser sekinîne û ew kes ceza kirine. Divê gel jî alîkarê me be.”